Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koma sê bira] de;

16. endamê komê erkan benlî, xortekî gelek zîrek bû. li ankara fen lisesiya ku yek jî baştirîn lîseyên tirkiyeyê ye dixwend lê ji ber mamosteyên faşîst dev ji mektebê berda. di nav koma sê bira de bû, tevlî şerê nisêbînê bû, dîl ket, bi îşkenceyê vîdeoyeke wî ya poşmaniyê girtin û belav kirin. bi hezaran ciwanên kurd ên wek erkan hene. nifş bi nifş, herî başên me di şer de telef bûn, niha jî yên mane piraniya me kelek in.

wan rojan li karakoya stenbolê dimeşiyam, min dît ji mekanek dengê mashupa koma sê bira hat. di wê kêliyê de hemû kurdên wir, piraniya wan seyar-firoş(?), me berê xwe da cihê ku deng jê tê lê di cih de deng hat birîn.





21.07.2019 17:13 ~17:14 | roza