Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jacques lacan] de;

1. lacan ji xwe re gotiye freud'ê fransayê û gelek bandor li dozîneya psîkanalîzmê kiriye. Wek psîkiyatrîstekî klînîkê metodên ne ji rêzê bi kar aniye û bi psîkanalîstên hemdemê xwe re her tim pevçîniye. semînerên wî yên qasê salekî dewam kirine gelek navdar in û dersên van semîneran wek pirtûk hatine weşandin. bi taybetî bi analîzkirina çandê û berhemên wêjeyî bala mirovan kişandiye û xîtabî derdorek entelektuel kiriye. di salên 1950yî û 1960yî de bi entelektuelên derdora Parîsê wek Deleuze, Derrida, Foucault, Heidegger, Levi-Strauss, Althusser re têkilî daniye û carna jî di navbera wan de polemîkên pir tund çêbûne. şopînerek baş ê paradîgmaya nûjen a ku Freud bi keşfkirina derhişê ava kiriye bûye.

(ji danasîna wî ya pêşiya kîtêbên wî yên ku ji weşanên monokl'ê derketine)



30.01.2016 23:36 ~23:37 | roza