Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevdîtinên osloyê] de;

1. di sala 1993an de bo çareserkirina meseleya îsraîl û filîstînê di navbera dewleta îsraîlê û rêxistina rizgariya filîstînê de dest pê kiriye. di encama hevdîtinan de biryara herî girîng ew e: rêxistina rizgariya filîstînê qebûl kiriye ku cihê filîstînî lê dijî dê filîstînê xwe birêve bibin lê parastina bi çekdarî dê destê dewleta îsraîlê de be. ji ber ku serdestiya îsraîlê li cihên filîstîniyan hatiye qebûlkirin û bes xwerêvebirina mehellî hatiye bidestxistin ev hevpeyman ji aliyê gelek entelektuelên filîstînî ve wek têkçûnek hatiye dîtin. edwar said gotiye ku rêxistina rizgariya filîstînê asta xwe ji temsiliyeta neteweyekê daxistiye şaredariyekê.

(bnr: palestine liberation organisation)
(bnr: edward said)



04.05.2019 23:43 | roza