Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li instagramê nivîsandina bi çend zimanan] de;

2. Mirov çend zimanan zanibe, di jiyana xwe de çend zimanan bi kar bîne helbet dê di înstagramê de jî bi wan zimanan binivîse. Wek yusiv hemed nafikirim. Ev daxwaza xwe îfadekirinê ye, belkî mirov dixwazin xwe bi sê zimanan îfade bikin di medyaya civakî de, belkî hem dixwazin bi kurdî hem bi tirkî binivîsin, belkî nivîsa dixwazin di bin wêneyên xwe de binivîsin bi çend zimanan tê bîra wan û biryar nadin bi kîjan binivîsin ji ber wê bi hemûçkan dinivîsin. An jî belkî carna dixwazin artîstî bikin * yanî carna absurd e, mirov dibêje ma kaka, xwehê tu çima wek fîgureke navnetewî bî bi çend zimanî dinivîsî? Lê axir mirov divê fehm bike ku ew mirov di civakê de wan zimanan bi kar tînin an jî ya herî girîng hişê wan bi wan zimanan dixebite. Ji ber wê tiştek gelek mirovî ye *



18.05.2019 15:12 | roza