Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zehra doğan] de;

1. Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê girtin. Ji Zanîngeha Dîcleyê, ji beşa mamostetiya resîmê derçûye. Di jinhayê de rismên ku wê xêz dikirin dihatin weşandin. Di sala 2016an de rismeke xwe de bajarê xira bûyî yê Nisêbînê xêz dike û ji ber wê rismê bi sûcê "propagandaya rêxistina terorîst" ceza digre û ji du salan zêdetir di zindanê de dimîne.
Wê ji girtîgeha Mêrdînê surgun dikin girtîgeha Tarsûsê. Li wir rêvebiriya zindanê melzemeyên wê yên rismê nadinê, jinik bi porê xwe firçe çê dike, bi salçeyê, roqayê, zerdeçalê, xwîna 'edetê ya hevalên xwe boyax çê dike. Hunermendê navdar banksy li new yorkê bo azadiya zehrayê li ser dîwareke mezin berhemekê çê dike û li jorî berhema xwe jî rismê nisêbîna hilweşandî ya ku zehrayê xêz kiribû nîşan dide. Zehra bi hunera xwe û piştî zordariya ku dewleta tirk lê kir hem di nav kurdan de hem jî li qad û medyaya navnetewî de gelek navdar bû.
Zehra du sê meh berê ji zindanê derket û van rojan li Londonê ye. Di navbera 21 û 24ê gulanê de li galeriyeke navdar a Brîtanyayê bi navê tate modernê dê pêşangeheke wê hebe. Di pêşangehê de digel berhemên wê dê hin eşya jî bên nişandan ku Zehrayê ji bajarên ku dewleta tirk xira kir wan eşyayan kom kiribû.



21.05.2019 13:13 | roza