Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara ["ez bi kurdekî re nabim dergistî"] de;

1. Îro li balafirgeha Stenbolê ciwanek kurd ê bi navê Îbrahîm layik xwe kuşt. Mêrik ewlekar bûye li balafirgehê û xwe ji qata jor avêtiye xwarê. Beriya ku xwe bikuje li înstagramê wêneyê xwe yê bi girî parve kiriye û gotiye ji ber ku ez kurd im gelek neheqî li min hatiye kirin, hêvî dikim bi vê kirina min dawî li van neheqiyan were. Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlioğlu jî li ser Twitterê da zanîn ku Îbrahîm daxwaza têkiliyekê li keçikek tirk kiriye lê keçikê jê re gotiye "ez bi kurdekî re nabim dergistî." Ji ber wî mêrik xwe kuştiye.

Sedema întîxara vî ciwanî nîjadperestiya sîstematîk a dewleta tirk û gelê tirk e! Jinên spî naxwazin bi mêrên reşik re têkiliyek bijîn. Lê ji aliyek din jî ev çi hişmendî ye ji bo Xwedê? yanî jinek tirk ji mêrek kurd re bêje na û mêrik here xwe bikuje, ev çi îş e? Bila hemû mêrên kurd li ser xwe bifikirin û xwe ji vê psîkolojîya bindestiyê rizgar bikin. Ez nizanim ev çi rezaletî ye mêrên kurd bi hestên bindestiyê hema li pey keçikên tirk dikevin û xwe rezîl dikin. Birastî jî pir aciz dibim.



18.06.2019 22:00 | roza