Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mansplaining] de;

1. hişmendî û kirina mêrane ye ku jinên li hemberî xwe her tim kêm û piçûk dibîne. tiştên ku jin bikin piçûk in, ne girîng in lê heke mêr bikin ew tişt girîngtir dibin. birastî jî li her cih, di hemû têkiliyên civakî yên jin û mêran de mirov dikare vê bibîne. wexta jin û mêr heman karî bikin civak karê mêran bêtir mezin dike ya jinan jî piçûcik dike. û têkiliyên mirovî de mesela di nav sohbetekî qerebalix de jinekê tiştek bêje kes girîngiyê nade lê wexta mêrekî eynî tiştî dibêje ew gotin girîngtir dibe, her kes bala xwe didê. yan jî wexta jin û mêrekî tenê biaxivin, jin tiştekî bibêje mêr bi gotina jinê qayîl nabe, eynî tiştî ew jî dibêje. dibêje qey wexta ew bêje ew gotin tesdîq dibe.



21.07.2019 17:33 | roza