Tirşik - Profîl
tirşik-profîla apê mihyedîn

profîla "apê mihyedîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şîretên dayîkên kurd] de;

11. Dema ku min li zanîngehê dixwend dayİka min li min geriya.
"eloooooo" wê got.
"bêje dayê" min got.
"tu li ku yî, tu çawanî gelo?"
"ez baş im, li ba hevalên xwe me". Min çawa got ez li ba hevalên xwe me, ew tirsîya. Zirav lê nema û got:
" ez qurbana serê te tu bi wan re negerî, ber bayê wan nekevî" û nizanim çi. Ez wê gavê gellek şaş mam. Dayîka min, hevalên min nas nake, navê wan jî nebihîstî ye. Gelo ew tirsa dilê wê de çiqas ecêb be, tirsek çi mezine?
Ez hinek fikirîm, di nava fikiran de geriyam, û vebeşirîm. Ew bi tirsa xwe re ma, ez jî di suhbeta xwe de....



11.08.2017 14:18 | apê mihyedîn