Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [asoya helbesta kurdî] de;

46. Sepanê ku me go çima, welhasil kelam inşaela bikarhênerên sepanê zêde bibe, dibe ku ez jî heke sax bim deh panzdeh roj bi şûn de rojane bikim. Xwedê bi we re bî. Dest xweş, armanc geş bî. her şad û baxtewer bin.



05.11.2017 01:38 | rûbar

43. Welê ye min kêmasiyên ku çareserkirineke hêsan li wan heye nîşan da. Lê eşkereye ku min sepanê reş nekiriye. Kesên ku bi rexne û nişandana min ên xwedayîyê re kêfa wan nehatiye dikarin wek reklamek rexneyî binêrin.

Weke ku min berî niha jî gotiye sepan destûra gihanî yên wenê, belgedank û midyayên me dixwaze. Xwedîsepanan di dema guhêrtina sepanên xwe de cara yekemîn ku nûjenkirineke mezin dikin dixwazin xwe bigihînin nizanim wêne û belgeyên me. Pişt re dawiya wan nayê. bi nûjenkirineke dî gihaniya navnivîska tilfonan, tomara lêgerînan yên telefon û internetê, hesaba midyaya civakî.... Û welî wana dixwazin.

Herkesek hêvîdarim ku dizane gava mirovek destûr dide di binê binbariya wê de ew bi xwe heye. Berpirsiyariya mezin ewî ye.

Dîsa kesek piçek jî ji teknolociya fêm bikê pêlek mêlek ferq nakê. Ji nêrîna ewlehî û pêewletiyê fikarereyên wan hene û zehf e.

Ewan li aliyekî hinek meriv hene dibêjin yaw bere bê ma gihaniya wê wêneyên me de hebe çi nebe çi. Başe ne cihê xama minê ye. Fikra min ewêye ku dibêjim heke gihanî tiştek ev qas muhîm nîn e, fêde û zirara wî jî nîn e û tiştek vala û piçûk e bere nebê hê çetir. Meriv ji teknolociya fêm jî bikê fêm nakê jî pirsgirêk dernakeve. Her wiha eger insan ji teknolociya fam neke û yekî jî we re bêje were destûr bide ne tişteke, pêlek e û min ji bîr kiriye di eslê de ji bo sepanên min ya din bû li wê derê jî maye filan insan hê xwe dûr bixê, bitirsê.

Ez dixwazim sepanê bidim nasîn û dixwazim di nav gelê de belav bibê û bi pere bibê jî çêtir dibînim û biçe xweşiyê jî neçe jî qala wê dikim lê xwedîsepanan nahêlin,fêm nakin.

Digel vê yekê şîrketên wek whatsapp, facebook nizanim google filan çawa bêjim gelek mezin in: )
Ne wekî gotinên stranan e. Bi dehan welatan mezin in. Dîsa sepan ne sepana amerika ye û ne jî em amerîkan in. Înşaela rojek sepanên wana jî bibe wekî wana lê ewqas biumîd nîn im çimkî sosîyal polîtîkayên wê di serî de bê bêsparte ye. Hê sê kes naxebite weke whatsappê helwest nîşan didin.

Ji bona ev kedên we yê birûmet vala neçê dibêjim. Ji ber wê gihaniyê ji deh kesan neh kes weke navê xwe dizanim dev jê qerin. Her tişt di wextê xwe de bihata çêkirin wek bi navê rexneyê de tiştek nedibû.

Heke ez bim gihaniya wêne û belgedanka vekişim û sepana xwe bi pere bikim hêj çêtir.

Gerçî zahf dirêj bû lê ewana jî bêjim.
Gava mirov dixwaze nûjen bike dibîne ku gihaniya tiştan dixwaze bêhemdî bêdil dibe. Dibêje temam baş e lê ev ji bo çi ye û dev jê diberde. Lê li gorî min li cihê gihaniyê pere bixwestiya meriv bigota nexwe xwedîyê wê sepanê dixwazin kareke giran û rasteqîn çêbikin.

Li gorî min hêj çêtir. Ez mecbûr nîn im weke herkesî bifikir im. Min wilo got, xwedîsepanan jî wilo çêkirin e. Dem ne bi perê ye. Rêjeya daxistinê gelek bikeve. Ji min gotin. Çimkî îmaja sepanê dilê yekî dixe bi gumana. Ew der ewropa nîn e em jî ne ewropayî ne.



01.11.2017 00:13 ~00:20 | rûbar

37. di nûjenkirina nû de gihaniya wêne, medya û belgedanka me dixwazin. min fêm nekir çima?! Li we beşeke wek berpirsa ewletiyê kar dike heye gelo? Heke na ev çima? Wêneya me belgedanka me çima ji we têkildar dike? Çi ji we ye? Ev xwedîsepanan çira wilo ne, ango bo çi?

Bi kurtî û kurmancî her çawan bê jî sepaneke gelek baş e lê mirov tînin silikandinê. Min nûjen nekir û dibe ku ji destêlê xwe rakim.

Li gorî min êdî mirov dema daxistinê deh car zêdetir bifikirin. Ê ku dixwazin dabixînin ji deh kesan neh kes dest jê berdin. Ew jî berovajiya armanca sepanê ye. Bandoreke berepaş encam bidê. Bi pere bûba baştir bû. Tişt nabe jixwe kurd her tim bêraman tev digerin. Û pê re... dev jê berdeeee... zahf dirêj bû kêfa min çû.



30.10.2017 06:31 | rûbar

36. Ooo ji sedî sed yê berê xweşiktir çêbûye. Rengê spî ronakî tevlê nîşandeka kiriye. Logo bi giloverîyê re dîmeneke ciwan wergirtiye. Bandora ku wek li ber mirinê dihat li çavê yekî winda bûye. Lê dîsa jî wênêya pûrtikê bi estetîk nîn e li çavê min. Nizanim belkî li gorî nîvîsara asoyê zêde dirêj û mezin e. Belkî jî zêde hêsan û tîkane disekine.

Guhêrtin biserketî ye. Berdewamî bê.



09.09.2017 18:51 | rûbar

33. Asoya helbesta kurdî bi guhê yekî ve navekî baş û serincrakêş tê. Ji ber ku vebijêrkên dî çi ye min nizanibû min nexwest ku navê sepanê werê guhertin. Gerçî zor e lê belê bi navêkî hêj xweş û balkêş lê hebe belkî min dixwest.

Di vê navê de nîşandeka nû hinek xweşiya min çû. Dîsa jî piçek zêde hêsan hat min. Belam hêleke hêvîder lê heye.

Pêvekirin:
-rengek geş û şeng pêwîst e. Rengê mor li çavê min bandoreke li ber mirinê ber bi rizîbûnê ve diçe dike. Dibê qey sepan di ber ruh de maye.

-nivîsa aso xweş xuya dike. Lê pûrtika çûkê baş xuya nake. Eger di binê nivîsê de wek berwarî(ne tîkane) û hinek lûlekî(ne hilû) bûba baştir dibû. Yan jî li ser wêneyê pûrtikê nivîsa aso li gorî min baştir xuya bike.



30.08.2017 14:48 ~15:18 | rûbar