Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fileh] de;

7. Li gorî teoriya min peyva file tê wateya kesên filitî, kesên rizgarbûyî.

Dîsa li gorî teoriya min, koka peyvên filitîn, felat, fileh, felah, fîhil heman e. Bi peyvê fellah re peyva fileh li gorî min bi qest hatiye tevîhev kirin.

Li gorî min peyva fileh peyveke gelek kevn e û ji dema berê îslamê civatên mesîhî wek pênasên xwe xwebixwe bikaranîne û pişt re jî ev peyv ji bo wan hatiye bikaranîn.

Li gorî rêbazên fileyan(xiristiyanan) gava mirov ji dayik dibe ji bo ''guneha pêşîn'' ku adem li bihuştê çêkiriye wek gunehkar tê dinyayê. Ji bo cezayê wê gunehê mirov ji xwedayê xwe hatine dûrxistin û ji bihuştê hatine deranîn. Rastî xezeba xwedê hatine. Mebesta wan ya olî ev e ku dixwazin ji vê gunehê ku bi neçarî tevlî bûne xwe bifilitînin.
Îsa Mesîh felatker(rizgarker) e. Ola îsa mesîh(mesîhî) felat(rizgarî) e. Mirovên ku di riya îsa mesîh de çûne û ji xwe re ola îsa mesîh bijartine fileh(rizgarbûyî) e. Ji wê gunehê ku bêtawan bêgavî wê bûne, bi riya îsa mesîh( wek canek ji ruhê xwedê ne wek pêxemberek) û bi alîkariya ruhaniyan(serokên, reîsên arişî, manewî) xwe filitandine, rizgar kirine.

Jixwe li lîteratûra wan li kultûra wan de rizgarîxwazî(felatxwazî) cihek gelek mezin digire. Sereke mijar der barê felat, felatker, filitîn de ye. Wek mînak, seromoniya xwe ji gunehan weşandinê, tehfîl kirin(vaftîz kirin). Çîroka çarmix kirina îsa mesîh û gelek wekî wana sereke baweriya wan.

Li gorî min ez di teoriya xwe de hevgirtîme. Lê ji ramanên cuda re girtî nîn im.



28.11.2017 00:30 ~00:35 | rûbar