5. Çi qas mijara nanê tê vekirin kulîçe tê bîra min. Ji bona ku em bi nanê tanûrê re wê jî çêdikin e ez bawer im. Ez zahf nizanim lê rîwekek wê bi taybet heye digotin. Çêj û behnek xweş dide hevîra wê. Rengê wê jî ne sor e ne tam qehweyî ye. Gevez e herhal. Naneke pastayeke nizanim. Bi çayê re jî gelek xweş e. Ez herî zêde di nav tirarê ku tije şîr e hûr dikim û dixwim. Wisa xweşiya min diçe. Kurd zehf dixwin. Ji bo rêyan baş e. Gava kurd diçin deverên dûr teqez tanûrek nan û kulîçe çêdikin wek niyeta derxurê. Em ji parîs hetanî mekke û mêdînê bi xwe re dibin. Zahf pihêt e jî gelek bêxerabûnê xwe dispêre. Ez qurbanê wê destê dayikê kurd im ku bi badin û gustîlkan diruv jî didin. Hêj rewnaq dibe û meriv dixwazê hêj bixwê. |
|
02.06.2017 22:28 ~22:53 |
rûbar
|