Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kaş û efraz] de;

1. li gorî derek nizm bo derek bilind dibêjin efraz.dijwateya vî peyvê nişîv/nişîw/nişîf e(ni+şîv bi tirkî jê re şev dibêjin.nexwe ji kûrdî derbasî bi tirkî bûye.).cih her ku diçe ji jorve bilind dibe yan jî rê diçe bilindahiyê bo vê derê dibêjin efrazî ye.hinek zaravayên din wekî evraz/ewraz/hevraz/evras/efras/ewras jî tên gotin.

Peyvê kaş her çiqas tê sê çar maneyên cuda jî li wê biwêjê de kaş û efraz hemwate ye.



Bi giştî ji bo ku danîna kûrahîya wateyan baş bibe ev peyvan bi tenê nayê bikaranîn.

Wekî kaş û efraz wek biwêjê tên gotin. pêgotîyên din jî hene tên heman manê."kaş û berkaş","kaş û kûş","kaş û kendal" çendek ji wan e.



12.08.2016 17:24 | rûbar