Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarin vs vexwarin] de;

1. Li êlihê , amedê û mêrdînê bi piranî him xwarinan him jî vexwarinan bi tenê wek xwarin tên gotin. Lê gorî min bikaranîna wisa şaş e. Em li êlihê di nav malbatên xwe û derdora naskirî de ji bo xwarin û vexwarinan dibêjin xwarin belam dizanin ku peyvê vexwarin jî heye û ya rast ev e û em demên kesên nenaskirî re yan jî di nav civatê de dipeyivin wek vexwarin bikartînin.



Lê belê hevalek min ê amedî qet qebûl nekir ku ev bikaranîn deverî ye.hevalê min din ê hezexî jî got ku av xwarin û çay xwarin pir ecêb tê li me. Qey hîç av tê xwarin? Av ancax dibe vexwarin.



ez ji alîgirê hevalê min ê hezexî me.dîsan jî ev mijar di serî min de hê ne zelal e.ango derbarê rêziman de kêmagahîyê min zehf e ji ber vê yekê nikarim pak biryar bidim.divê hîn lê dinêrim.



26.08.2016 02:32 ~02:40 | rûbar