Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [penîrê zozana] de;

1. biwêjekî herêmî ye. bajarê êlihê û derdora bajêr de gelek bi kar tînin. wek mînak;
teq teq..!
(xaltîk)--- fermo?
(xort)--- xaltika hemdiya mihemedê reşo li mal e gelo?
(xaltîk)--- hê bavo..! qey tu penîrê zozanayî...

yan jî kesên ku tiştên nebaş dikin an çebûna tiştekî xirab de parê wan jî heye lê belê wekî ku tu tişt nekirine xeber didin re jî tê gotin. mînak;

(bav)--- ji we tu tişt çênabe! ji şeveqê xwedê heta êvarê aware aware digerînin. bêxêr in.
(zar)--- belê yabo, ewan bi kêr nayên, tiral û tewizî ne.
(bav)--- hehey..! tu jixwe penîrê zozanayî...



17.12.2016 12:40 ~12:42 | rûbar