Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mesela cizreli mehmet] de;

8. Wellehî û billehî hîn kurd hê jî mûyek nikarine fêm bikin. Lawo pisîkoljî filan çi? Psîkolojiya kurdan ev be çi, ev ne be çi? Gava mirov roportaja rojnameya hurriyetê ku digel cizrelî kiriye dixwîne heq ji devşekalo re dide. Him ji bergehê rojnameyê ve him jî bergehê bersivê cizrelî ve werê meyizandin ev mane bixwe derdikeve miyanê. Gava ez stranê guhdarî dikim çima psîkolojiya min ramanên wisa nayênê hişê min? Gava xeberdana wî mêrikî dixwînim çima fikrên wilo bandorî psîkolojiya min dikê?

Di vê navê de ger mirovek mînakek bidî divê li cih de bî.

Mesela barzanî hingî hatibû kongreyê li vê derê bigota bizim oralardan selam getirdik. Gelin bizim oralara ev mînakek e.

Yan jî silhadîn demirtaş bigota gelin bizim oralara sizi bizim sur u gezdirelim. Ev mînakek e.

Ne ku cizreli insanekî pîs e wisa tê gotin. Eger min têkildarê psîkolgiyê bûba min lêkolînekî li ser vê mijarê de kiribûbana. Psîkolojiya wisa çawaye ku merivek straneke kurdî dibêje û pê re di şitaxaliya xwe de nikare tenê bi peyvekê re jî bibe nîşanî kurdbûna xwe bide?

Madem tenê straneke gotiye bûye fenomen e û ev qas. Bila nebigota gelin bizim doxuyu gorun. Sizi gezdirecem. Bizim insanimiz çok misafirperwer dir. Oleyler yuzunde nizanim çawa ye. Mecbûr e. Bi zorê çekê ye.

Psîkolojiya devşekal na lê psîkolojiya cizreli werê analîz kirin baş e. Lê ev qas girîng nîn e. Ji xwe em her kurd in ;).



13.09.2017 06:28 | rûbar

5. Ji Cizreli Mehmet ji bo tirk û biyanyan: Misafir ol gel bana, börekler açayim sana. Were lê lê were lê lê were tirk û biyaniya min. Werin em zikên we tijî bikin bigerin deşt û zozan.

Ji Cizreli Mehmet ji bo kurda: Bizim oralilar, bizim insanimiz.

Ji Cizreli Mehmet ji bo Kurdistanê: bizim oralar. Bizim doxu, bizim guneydoxu.

Cizreli mehmet li kurdistanê zehf in.
Em ji stenbolê kurikê xwe yê kurmancîziman şiyandin kurdistanê li bajarê êlihê piştî sê mehê em anîn malê kurik êdî nema kurdî diaxivê. Baş e bizim oralarda kurmancî ji bîr nekiriye. Her tiştê fêm dikê lê bi tirkî bersiv didê. Bûye bizim guneydoxulu emê hevl didin disa bikin kurdistanî.



12.09.2017 06:11 | rûbar

4. Dodan jî û ev jî nikarin bêjin em ji kurdistanê ne. Cihê kurdistanê dibên bizim doxû, bizim gunêdoxû filan bêvan. Û nikarê bêjê ji bo zilm û neheqiya mezin ku li ser cizirê hate kirin, dibê olaylar yuzunden nizanim çi. Madem ku tu nizanî û nikarî bêjê hîç behsê doxu moxu neke. Bêje cizîr, cizre filan. Ne bêje bizim oralar. Nezan in, nizanin. Ewan bi demê re têgihin, bialimin. Zimaneke binamûs pêwîste ji her kesî re. Nizanin bi tirkî jî bi kurdî jî biştaxilin. Bi şitaxaliya wan kes memnûn nabê. Zimaneke, rawestaneke vala û sivik li wan heye. Çi dibêjin, çava disekinin kes nizane. Madem tu naxwazê, nikarê rengê xwe bidê xuya kirin here strana xwe bêje, bêje çok mutluyum, cizreye de beklerim falan. Baş bû, xweş bû bes. Nizam bizim gunêdoxî, oleyler yûzinde, nizanim çava. Gû li ku doxu li ku, oleyler li ku? Tu behsa çi û li kû derê dikê? Oleyler çima? Çi vala û şelo melo xeber didê, stranê te xweş e bêje û bes. Here mala xwe kêfa me tune neke.



12.09.2017 05:54 | rûbar