Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku dema tên bîra mirovî mirov nizane pê bikene yan bigirî] de;

4. Dueta ku şiwan perwer û brahîm tetlîses çêkirin e. Gava dibêjin megrî megrî mirov nizanê pê bikenê an bigirî.



29.11.2017 22:01 | rûbar

2. Di van rojan de di medyaya civakî de rastî nûçeyek kevn hatim. Kurdek ji wanî digot heşt(8) zarokê min hebû piştî ku serokwezîrê me got sê zarok çêkin min jî sê zarok çêkir. Aniha yanzdeh(11) zarokê min hene : ). Lawo dîsa hatin min. Ji kû hat dîsa bîrê vêga minê razabûbana.

Dîsa nûçeyek bi vîdyo hebû berzanî qala gotinên newiyê xwe dikir. Li gorî berzanî newiyê wî ji berzanî re gotiye kirkûkê nede kesî ha! Kirkûk ê me kurda ye. Berzanî jî qala evî dikir li ber kamereyan û dikeniya.

Her hal berzanî jî wekî kurdên wanî ji newiyê xwe şaş fam kiriye. Me dizanibû tirkiya waniyan kêm e zêde fam nakin lê em nizanibûn berzanî kurdî fam nakê. Min bigota eşîrê wana ne yek in ji lewma ji hev şaş fêm kirine lê newiyê wî ye ango heman eşîr in. Jixwe berzanî jî wekî wî kurdên wanî zehf ji serokwezîr hez dikir. Di vê îşê de tiştek heye lê ka bisekinin derkevê holê. Ez bawer im berzanî li hemberî kirkûkê bi surfskîyekê re newiyê xwe xapandiye. Nizanim ezê bikenim an bigirîm, çawa bikim?

Dîsa kurdên ku qalîte dixwazin û qalîteyê jî bi kurdîaxîvîbûnê re girê didin re agahiyeke balkêş bidim. Newiyê berzanî gelek baş kurdî dizane û diaxive. Ne tenê kurdî jî hinek zimanên din jî wek zimanê xwe baş dizane û diaxive. Lê bi surfskîyekî re tê xapandin. Gelek bikalîte ne. Eceba merqeya wî çiye, dibe ku merqeyeke bihagiran be. Ê helbet ez jî çi dibêjim biqalîtene babam! Helbet wilo be.



12.11.2017 22:30 ~22:38 | rûbar

1. Nîv saet e di bîra min de ye, ji kû hat dîsa bîra min ev nîv saet e ji kena hişk bûm lêzimekî min heye navê vî egîd e digot ez ataturkçu me. Kuro lawo min bigirin, devê min girê bidin li tramwayê de mirov di binê çavên xwe li min dinihêrin.her hal dibêjin qey dîne çî ye ev : ).

Dîsa lêzimeke me hatibû mala me. Em giranî da bûn wana. Bi xwîngermî ezimandî bûn. Paşê got gava ez bi hevalên xwe diaxivim ji min fêm nakin ku ez kurd im. Tirkiya min ev qas baş e ango digot. Ya rebî di nav malbata me de jî tirkiya wan herî xirab ewin. Gava xeber didin devê wana nizanim dikeve nav halekî çava. Xwedê jê mihafize dûrî me bê. Ew gotin û ew devikê çelexwar dikevin ber çavê min dîsa kenê min tê. Ez nikarim xwe bisekinînim. Ezê du rawestgeh berê peya bim hinek bimeşim dibe ku ji min re baş werê. Min jî piştî wê rojê tirkiya xwe xerabe kir. A rastî tirkiya min gelekî baş e : ) lê êdî xerabe diştaxilim. Dij bandor rû da li min her hal.

Nizanim hinek jî bigirîm çawa bikim hewar îro tiştek ecêb çêbû.



12.11.2017 19:06 ~19:10 | rûbar