Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mother!] de;

1. Fîlm di saeta pêşî yekî aciz dike birastî. Ji ber vê yekê min pênc puan jê kêm kir. Demjimêrek pişt re fîlm dikeve rê. Lê saetek adehî û vegotin dilê yekî teng dike. Demjimêrek dû re fîlm zêde zêde serkevtî ye. Şêweya neqişandina fîlmê hinek cuda ye. Ji serî heta binî bi derbirînen dapoşî re raçandiye. Gelek pejirandinên civakî bi vegotineke ne diyar û bi senaryoyeke resen û xweş û cuda wek serkeftî tê rexne kirin. Hetanî xuleka dawî fîlm wisa berdewam e. Lê belê hevokên dawîn hemûşk tevde rûreşî. Gilî gazin ji xwedê tê kirin. Karê xweda tê rexne kirin. Tawanê mirovan li stuyê xwedê dihê avêtin. yekcar şermezarî. Ji ber vê jî min deh puan jê bir. Fîlm a rastî babetî puana notûpênc e lê li gel hevokên dawî yên xwe fîlm têk diçe. Ev fîlmê xweş û ev dawiyê hêsan, sivik, jar û riswa. Tenê bizorê fîlmek wilo bidawî bibe. Mêrik ji fîlmê xwe re yazix kiriye. Çi heyf. Ji bo peyameke dijber ol û xwedê bide fîlma xwe hilweşandiye. Tamek ji fîlmê nehiştiye. Ya baş ev bû ku ev hevokên dawî nedibû dibê ku bûba fîlmekî heyranî, kult.



08.01.2018 13:08 | rûbar