Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [black friday] de;

12. Xwedê te'ala di qur'ana pîroz de li ayetên 9em, 10em û 11emîn yên sûreta cum'ayê li roja înê misilmanan çawa tev bigerin daniye xuyandin. Xwedê li wan ayetan wer ferman dide radigihîne;

'' gelî ên bawerî anîne! Li roja înê gava bang ji bo nimêjê hate kirin êdî danûstandinê berdin û bibezin bîranîna Xwedê. Ger hûn bizanibin evê ji we re çêtir e. ''.

'' Gava nimêj hate kirin, êdî hûn li rûyê erdê belav bibin û ji başiya Xwedê bixwazin(bigerin) û Xwedê gelek bînin bîrê, hêvî heye ku hûn bigihîjin rizgariyê. ''

''Gava ew danûsitanek yan leystikek bibînin ew belav dibin diçin balê û te li piya dihêlin. Bêje ku: "Tiştê li cem Xwedê ye ji leyîstik û danûsitanê çêtir e. Xweda çêtirê rozîdana ye." ''.

Lê em li roja black friday bimeyizênin berovajî mirov di tariya sibehê de rêz dibin ji bo danûstandinê. Rasterast tevgerînek dij fermana Xwêdê ye ev kiryar.

Hedîsê pêxemberê me heye. Giringiya û başiya zû hatina nimêja înê dide zanîn.

Li pêşberî van ayet û hedîsên li ser mijara roja îne li dar xistina çalakiyên danûstandinê yên li vê rojê xuyaye rawestaneke, rabûneke li ber Xwedê ye.

Tê xwestin ku li hişê mirovan bingeha roja înê ku puxta wê bo îbadetkirinê vewestandina kiryarên dinyewî û di serî de jî danûstandinê ye li paşpê bifetilînin.

Ewqas roj hene çima roja înê, ewqas nav hene çima bi navekî reş e?



14.12.2019 04:26 | rûbar