Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ayetên quranê yên ku nivîskarên tirşikê ji wan hez dikin] de;

28. Misilman eve ku hemû ayetên qur'anê hez dike. Hema yek ji ayetan kîjan ayet jê re zor û zehmet hat dev jê naqere, dest jê naberde, qebul dike. Xwe li nedîtinê û nezaniyê nade. Ayetan li gorî xwe narikibe, xwe li gorî ayatê durist dike. Hemî ayetên qur'anê li ba wî yeksan e. Di nav ayetan de derheqê kî û derbarê çi dibe behs kirin di nav van de xwe dibîne û sûd digre. Minaka Mijarek, kesek baş jî be nebaş jî be xwe dûrî van nahisibe.
Mihemed Îqbal gotiye ku;
''Eger dixwazê fam jê bikî gava ku tu qur'an dixwînî, wekî ku li te nazil dibê bixwîne.''
Hesen el Benna dibêje;
''Em qur'anê bi xwendinekî mekanik dixwînin. Bêjeyan tê li pey hev. Newayên awazê vediguherê. Pê re ti tişt naguherê.''
Seyîd Qutub gotiye;
''Di rêga diçe bihuştê de, tu cihekî xeyalan û gotinên ku pêk naye tenê di gotinê de dimîne nîne.''
''gotinan hêza xwe ne ji dilniwaz û xweşikbûna xwe ve, ji rast bûna xwe û li gorî bûna rastîyê ve digre.''
Evdile Can dibêje;
''Gotinên ku bergîdana van nînin, çi qas wêjeyî û wurşedar jî bin ji demagojîyê wernaçe.''



22.11.2016 06:53 ~07:42 | rûbar