Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwedêjêstandî] de;

7. Biwêjek ku dema mirov dixwaze bi tirkî rave bike wateya wê dide pûç kirin. Lê bi kurdî biwêjeke gelek watedar e.
Ji bo mirovên ji kûrahiya rêman û babetên nirxdar tiştek tênegihiyane re tê gotin. Ango mirov musteheq nîn e ku ji ew mijar û têgehan fêm bike û ji xwe re sûd werbigre. Ji bona vê yekê xwedê têgihîjtina insanên wilo ji wan standiye. Ji ber bijartinên bextreş yên ku wan hilbijartine êdî di babeta sûd girtinê de bênesîb û bedbext in. Çimkî bijartina xwe ber bi rasteyê xamîtiyê ve çêkirin e.

Wek mînak di meha remezanê de bavkalên me li êlîhê mirovên ku rojiya xwe dixwarin re digotin ''yaw çiqa xwedê jê standiye tu dibînî''.



18.06.2017 04:59 | rûbar