Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ismail beşikçi] de;

24. Ên ku pirtûka mamoste beşîkçî xwendine, bila bêjin aha ewî pirtûkê de ewana gotiye. Hişdarî daye. Kurd jî ji newmê xwe vehiş aniye.

Qasê ku min xwendî di nivîsên wî de gelek agahî hene. Lê mijarên ku pêwîstiya kurd heye yan paş de hatiye avêtin yan jî behs jî nekiriye.

Em jî dizanin azadî baş e. Em jî dizanin kurdistan metîngehek jî nîn e. Em jî dizanin rewş xirab e. Em jî dizanin hezar sal jî biçe metîngehkarên me biratiyê nakin û mafên me nadin me.
Êêê...

Ewana dibêjim.
Mamoste çi dibêje. Dibêje cilê barzanî kurdewariye herin pêş wî? Min tiştek weke çareserî nedît li wî.

Lê raste ji ber ku li jor rastiyên ku min jî nivîsand gotiye ketiye hebsê. Merivek bi rûmet e. Ser sera ser çawa.
Êêê...



30.10.2017 11:36 | rûbar

22. Heta îro ji xeynî malbata berzanî hemû aliyên kurda rexne kiriye. Rexnegirî baş e lê divê çêker bê.

Ewqas pirtûk nivîsandiye, ketiye hepsê filan kes nikare ewana biçûk bibîne lê,

Heta îro ku behsa çi kiriye çu sûd negihiştiye kurda. Tiştên ku em jixwe dizanin an jî tê zanin bi zimaneke li gorî me rave dike tenê.

Heta îro ji kurda re pêşniyar kiriye ne li cih deye û ji bo kurdistanê jî baş nebûye.

Bi xwedê nivîsên wî gelek caran pir xweş in lê çi bikin jê? Yanî çi gotiye ku yan jî çi çêkiriye ku kurd gavek pêş de avetine an jî ronî bûne. Çi tevlê kiriye ku kurd tiştek xistiye destê xwe.

Tenê aliyekî rexne nekir û ji ber siyaseta vê aliyê nîvê başûr çû. Ji aliyê destketiyê jî başûr çû bîst sal berê.

Li gorî min insaneke zane ye. Lê nikarim bêjim baş e, qenc e. Darî çavan tiştek nîn e ku ezê ji xwe re bikim palpişt û bêjim aha wana gotiye çavê me vekiriye.

Dîsa dibêjim axlep tiştên gelek xweş dibêjê, tesbîtên baş jî carinan dike, zimanê wî jî bi piranî kêfa me tîne a rastî. Lê ev qas. Berevaniya tiştên ku gelek zirar dide kurdan jî dike.

Kesekî ku mirov hêviya xwe pê girê bidê nîn e. Riya wî vekirî bê. Xwedê ewî li riya rastê rabigihînî. Qenc û baş û bisûd bikî. Heke nabê ji me dûr bixê. Û riya wî bibirê.



30.10.2017 08:40 | rûbar