Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslam] de;

46. Mixabin heta vê demê çi hatiye nivîsandin ji sedî not şaş e. Çi heyfe ku agahiyên ji devan girtî hatiye nivîsandin. Yekî nîşanî nerazîbûna xwe dide yekî dî jî ev qas nivîsiye lê mirov nikarê tu agahiyek bingehîn têde bibînî.

Divê mirov pê çi bawerî aniye bizane yan jî ser çi yeqînê xwe nayêne bizane. Çêkirina tiştekî, rewşek, gotinek bi agahîbûnê re watedar û nirxdar e. Di rewşekî nezanîbûyî û nenaskirî de hem bawer kirin hem jî şemartin bawerhişkî ye, olperestî ye. Ger gumana yekî naçe ser tiştekî, pirsyarî nake û naxwêne, agahdar nabe û nakeve çalakiyê tu qîmeta baweriyê yan jî mandeleyê nîne.

Xwedê bi qelem û agahiyê re qîmetekî pir mezin dide. Ew Xweda ye tiştên ku em negihîştine me elimandiye, gihandiye. Jixwe di ayeta pêşîn Xuda wisa ferman dike dibêje;
bi navê Xoda yê ku tu Ew afirandiye bixwîne.
Yanê bifikire, bilêkolîne, neraweste, çalak bibe, di nav bîrdozan de xwe winda neke, pişta xwe li demagojiyê girênede. Hemû destbend û pabendan, Lat û pûtan xwe xelas bike. Azadane, bêtirsane, wek zane û çalak jiyanê xwe li gorî dînê Xwedê damezirêne.

Evan nîşanên Jiyanekî serbixwe ye. Awayên dîtir hertim bendebûna tiştan heye û ev rewşek jênerevîn e. Wekî din em ha bendeyê xwe ne ha xulamê mêtingehkarê xwe ne, çî ferqî lê heye? Bende bende ye, xulam xulam e. Ku em qayil jî bin çu cudahî nîne. Di serî de kesayetiya xwe û pişt re jî civata xwe de wek qanûndaner pewîste bi tenê Xwedawendê bipejirînin, jiyanek bi wî awayî bijîn.

Di pey de edalet, pişt re aşitî û beramberî jê pê de biratî. Ev rêgez bi seranserî ger jiyanê me de civatê me de nayê sepandin, pişt girêdana aşitiyê ku tu carî nayê dê pêk were, xwestina dadê ku qet nikarê dê peyde bibe, bawerkirina gotinên beredayiyên beramberî û biratiyê ku ev hîç nayê dê biqewime, bi derbirînê herî sivikahî safîtîye.

Ne li wî dinyayê ne li wê dinyayê safîtî wek mazeretek nayê qebûl kirin. Ango di her rewşê de têk çûna bi awayekî perîşan. Çi difikirin bijartinekî xirab e ne wilo? Ji bîra xwe ticar dernexin vebijartin destê we de ye. Zûzika xwe biedilînin çimkî mirin gelek bê zeman tê.



09.12.2016 03:42 ~04:35 | rûbar