1. ez cara ewil rastî vê helbestê hatim ku nayê zanîn nivîskarê vê helbestê kî ye. geh di malbata min de hin kesan vê helbestê dixwendin. min her ku dipirsî carek digotin cegerxwîn carek filankes carek bêwankes... werhesil min nezanî ku ev helbest a kî ye. tenê xebateke li ser vê helbestê hatibû kirin ku di wir de jî digot -niha navê mela û lêkolînerê nayê bîra min- melayek ji gimgimê belkî nivîsîbe lê li gor lêkolînê ihtimaleke mezin a wî meleyê jî nîne. tişta balkêş helbest gelek xurt hatiye nivîsîn û epîk e. her ajalekî di helbestê de remza qewmekî ye. nivîskar xwestiye rewşa kurdan, tirkan û ermaniyan bide nîşan. vê peywirê gelek xurt aniye cih. hûn jî kerem bikim bixwînin û bibînin ku çendî bi tehm e:
gur û rovî û keftar
gur û rovî bûn heval
b’can û dil û ruh û mal
pir bi hev dû şirîn bûn
her dû bi hev emîn bûn
keftar jî cîranê wan
bi her sêya yek eywan
dest û milan dane hev
kar dikirin roj û şev
rovîyê pîsê hîlekar
gurê şand ba keftar
go dilxwazîya me ev e
tu j’eywanê derkev e
keftarê got mamê gur
dujmin nabe dostê kur
gurê ser eşkê nezan
dirêj kir çû eywan
wî yû keftarê şer kir
serê keftar perçe kir
rovî j’para lê xist
keftar serdev erdê xist
keftar çû mal nexweş ket
ji hêrsa pir ferc lê ket
malê xwe temam firot
ji kincan û hetta pot
jê ra ma bû yek baxçe
fîyet danî bîst axçe
gurê da rovî pere
go her’j’me ra bikire
keftar gerçî pê zor hat
ra bû kir terk a welat
gur û rovî man ortax
baxçe kirin gul û bax
baxçe tijî bû ji gul
him reyhan û him sumbul
gur xebitî bi rastî
ruh can xwe derxistî
rovîyê bê bext û soz
xirabîyê kir e doz :
ev gur ne j’qewmê min e
kara wî j’mi ra tu ne
ya baş ji bo me ev e
ew jî ji vir derkeve
çavê wî jê ne d’birî
tiştek jê ne d’ket serî
bi min tenê nabe ev
him bi roj û him bi şev
rabû gerîya dit heval
bav û ap û kur û xal
got wan em ê hevdû ne
gurê reşê pişt cûn e
eger keysê bibîne
wê me ji vir derîne
tedbîra xwe bibînin
em wî j’baxçe derînin
dane hevdû sozê xwe
gur derxînin ji nav xwe
rovî şand pey gur
got bira bê hetta vir
gur hat gîhîşt hinda wan
xweş nedît rûçikê wan
selam da û sekinî
rovî b’dizî pê kenî
rovî bûye şerwan e
ji gur ra dîtî mane
pirsek ji vir yek ji wir
hetta xwe lê kire gur:
gur serê te mezin e
tiştek te l’baxçe tune
gur go tu b’desmêj î
tu van pirsa dibêjî
wî got pirsa ez béjim
ji can û dil dibéjim
qesem navê xwedê kim
ez ê gohê te jê kim
pir bi zora gurê çû
wî go ez nadim recû
rovî go: tu feqîr î
tu rêjber î ne mêr î
gur go: baxçe ê me ye
ferqa min te tune ye
wî go qewmê min heye
ê te kes’kî tune ye
gur go: gerçî bêkes im
ji qewmê te ra bes im
rovî go: gur deng ne ke
apo bê te terb’ye ke
gur go: apê te tune
nizanim mêr e jin e
rovî bakir dergeva
ap û xal hatin meydan
gur di cî da sekinî
rovî rabû pê kenî
gur zanî hal xirab e
bi rovî ra şer nabe
rovî go gur çewa nî
gur gote mîr tu zanî
rovî go: gur zalim e
jê ra terbîye lazim e
qewmê ku gur darda ke
rovî go: îcab nake
belê heqqê wî dar e
welew ew xebatkar e
rovî emrê apê kir
gohê gurê reş jê kir
gur sekinî ne qedand
çû mal gohê xwe kewand
gur tenê ma li mal e
ne bav û ap û xal e
xwe avêt bextê rovî
rû berda bû ye sofî
rovî meznayî lê kir
wî islahê nefsê kir
rojek pezek jê xwestî
goşt xwar û da gur hestî
gur hestî xwar bi giranî
qîma xwe wî pê anî
gur rabû çû zewicî
hestîyan kirne du cî
çendek wusa derbas kir
hetta hestî xilas kir
paşê zarûkê wan bûn
kufletê wan giran bûn
ewladê wan mezin bûn
tev law û mir û jin bûn
gur zêde bûn bûne pir
hestîyan têra wan nekir
ji bo hestîya şer danîn
rabûn qira hev anîn
paşê rabûn bûne yek
nivîsandin kaxizek
kaxizê wana ev bû
tev bi zêr û zeber bû:
hestî ji me ra hindik e
ser û pê ihsan bike
dane destê dergevan
rabû çû gote wan:
dilxwazîya wan ji me
ser û pê jî bidne me
rovî li textê jor bû
çav li serê wî sor bû:
îro doza serî ye
sibê doza hemî ye
qewmê min ji wan pirtir e
hestî ji wan ra pir e
eynadê bi kin e bazar
dê herin li rêya keftar.
çenda ku gur nebin yek
ji xwe daneynin serek
ji ber rovîyê fenek
rezîl bibin yek bi yek.
|