Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwedêda

profîla "xwedêda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endazer] de;

220. ez gotina xwe a di derbarê wîde ko min gotiye "ehmeqe" paşve dikşînim, û lêborîn jê dixwazim, werxuyaye nivîskarek serketiye, dema kur difikirim wî mafdar dibînim, çi hatiye serê wan ji van polîtîkayên wanî şaş hatiye serê wan. gel bêxwedî hiştin nikaribûn gel tevî bihevre rakin serhildanê.. niha jî ew bê xwedî mane, dilê kesî tuneye derê kolana jibû bibêje; bijî serok apo! xwe bide kuştin û girtin, îro murat karayılan dertê dibêje; wekî meseleya papaz nekin, em yek bi yek neçin lê bira mixabe ne wekî meseleya papaze, wekî meseleya pêçîk û deste, niha hêdî hêdî pêçika dixê hetanî dest tevî an ji mizdanê derketiye derbasî koşandinê bûye.. berî herkesî ew vê pêşkêşiyê dikin, destûrdidin bi nezanî, ciwanan dan qirkirin darê di binê xwede birîn,.. gel jî tirsanoke, eger kurda jî wekî di derbeya li akpê bû daketina kolanan wê rewş ne wihabûya, dewlet nikare tiştek bike wê dewletên derve mudahale bikin.. dewleta tirk jî ji şerê navxweyî ditirse divê kurd biwêribin, hê dor nehatiye ser we xwe û polîtîkayên xwe biguherînîn, jiyanê bisekinînin, dewletê, boykot bikin, dev ji biratiya wan û meclîsa wan berdin êdî li çara serê xwe binihêrin.. niha tiştê hevalê/hevala endazer dibêje gelek kes wekî wî difikirin, wiha dibêjin; we ti xizmetek ji gelre nekir, we ne rihetiyek da xwe ne jî da me.. ha jiwere biratî, ha jiwere azadî, ha jiwere aşîtiya wan..



05.11.2016 01:18 | xwedêda

219. endezyarek ehmeqe, qayuma ko hatiye cîhê gülten kışanak dibe van çend rojên ewil endazer belaş li seyareyan siwarkiribin, xwe wekî hingiv pê şêrînkiribin lê belê divê meriv hay jê hebe û ji bîr neke ko ew hingiv ne heqîqîye, ji şekire an rîçale



04.11.2016 22:19 | xwedêda