Tirşik - Profîl
tirşik-profîla heyf

profîla "heyf"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sumbulzade vehbî efendî] de;

2. helbestvanê mezin ê edebiyata klasîk a tirkî ye. helbestvanekî pirr girîng e. dîwana wî ya gellek dirêj (bi sê zimanan: erebî, farisî û tirkî) heye.

lê berhemên wî yên meşhûrtirîn ferhengên wî ne. du ferhengên wî hene. her du jî menzûm û mewzûn in. ferhengeke wî tuhfe-î wehbî ye, ferhenga menzûm a farisî-tirkî ye. û a din nuxbe-î wehbî ye, erebî-tirkî ye. her du jî gellek navdar û bêhempa ne. heta 1928'an di mekteb û medreseyên tirk, faris û kurd de hatine bikaranîn. wek nûbihara biçûkan a ehmedê xanî ne. ferhengên menzûm 'edeta edebiyatên klasîk e. yên ku eleqedarên edebiyatên klasîk û zimanên erebî û farisî; eger ji wan re mureceet bikin, peşîman nabin.

hezliyatên sumbulzade wehbî efendî jî pirr navdar in. lê hezlên herî navdar, hezlên surûrî ne. (surûrî jî hevalê wehbî ye.) lakîn îro tu kes hezliyat naxwînin. bi rastî, vê hezliyat îro hebe, tê sansur kirin.(u:ken li vir bû)

jiyana wî jî jiyaneke pirr enteresan e. gellek zilm û zehmet kişandin. welhasil, helbestvanê pirr ecêb û meşhûr e. helbestên wî jî pirr biqîmet in.



08.04.2017 23:08 ~23:09 | heyf