Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nestêle

profîla "nestêle"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jack kevorkian] de;

1. 'jacob jack Kevorkian' (26 gulan 1928 - 3 Pûşper 2011) patolojîst û piştgirê otenazîyê yê Amerîkî ye. Jack Kevorkian di sala 1928 an de li Michigana DYAyê tê dinê. Ji nav sê zarokên levon û satenig Kevorkian yê duyemin e. Dê û bavê Kevorkian dema qirkirina ermenan ya piştî şerê cîhanê ya yekemîn de penaber bûne. Levon gundê passen yê giredayî bajarê Erziromê tê dinê û sala 1912 an de direve Michigan ê û li wir karê otomotîvê dike. Satenig gundê govdunê yê giredayî bajarê sewasê tê dinê, di sala 1915 an de direve Parîsê û ji wir jî bi birayê xwe re diçin Michigan ê. Levon û satenig li Michiganê di komeleyên ermenan de hev nas dikin û dizewicin. Sala 1926 an de keça wan ya mezin margaret tê dinê, pê re Murad ( yê ku em wek Jack dizanin) pê re flora tê dinê.
.

Jack dema di nexweşxaneyê de dixebite pêşniyar dike ku li ser girtiyên bi cezaya mirinê hatîn cezakirin berî înfazê ceribandinên tibî yên bê êş bên kirin.
.
Jack dibihîse ku ûris li ser kişandina xwînê ji termên mirovan ji bo nexweş û birîndaran dixebitin. Ew jî li ser vê yekê lêkolinan dike û ji Pentagonê re pêşniyar dike ku şerê Vîetnamê de dema ji bankê xwîn neyê ev yek bê bikaranîn. Lê pêşniyara Jack nayê qebûlkirin. Dema li ser vê dixebite bi hepatît c (bi xwînê jî derbasî mirovan dibe) înfekte dibe.
Piştî 1985 a Jack bala xwe dide ser otenaziyê ku li DYA yê qedexe ye. Alavek bi navê the thanatron çêdike. Ev alav rê dide ku bi yek derbê bi rêzê salîn, dermanek hişbir û potasyûm klorîd pey hev re herin rehên nexweşê ku dixwaze xwe bikujê de an jî bi gotina Jack nexweşê ku dixwaze bes êşê bikêşe de. Û ev yek rê dide ku nexweş bêêş û bilez bimire.
Sala 1990 an de Janet adkins ku nexweşiya elzheimerê pê re hebû û pêş ve çûbû ji Jack alîkarî xwest de otenazî bike. Jack alîkarî kir û Janet bû nexweşa yekemîn ku bi alîkariya Jack otenazî kirî. Ji ber vê kiryarê jack hat dadgehkirin û beraet kir. Ji ber ku li gora zagonên Michiganê, ji bo xwekujtinê alîkariya yekî din kirin ne sedemeke ceza xwarinê bû. Lê di sala 1991 ê de îcazeya Jack ya tibî jê hat standin. Jack nesekinî vê carê alavek bi navê mercîtron çêkir. Mercîtron bi rêya karbon monoksîdê dikir ku otenazî bê kirin. 7-8 salan de Jack alikariya ji sedan nexweşan kir ku otenazî bikin.
Sala 1998 an de Jack bi sûcên kûştina dereceya duyemîn (second-degree murder) û peydakirina dermanên di bin kontrolê de heya 25 salan ceza xwar. 2008 an de ji ber camêriya wî hat berdan û wî jî sond xwar ku ji bo otenaziyê alîkariya tu kesê neke.
Sala 2010 an de hboyê fîlmeke derbarê jiyana Jack de bi navê 'you don't know jack' weşand. Di wir da rola Jack kevorkian al paçîno lîst.
Sala 2011 an de hepatît c ya wî ew qas pêşva çûbû ku kezeba wî ya reş têk çû pê re gurçik têk çûn û Jack jiyana xwe ji dest da.



24.12.2017 22:16 | nestêle