Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nestêle

profîla "nestêle"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [advent] de;

1. Wateya peyvê, hatin, hatina Îsa pêxember e.

4 yekşem beriya rojbûna Îsa destpê dike. Ji yekşeman ra ji rêzê ve adventa yekemîn, duyemîn, sêyemîn û çaremîn jî tê gotin. Ger rojbûna Îsa roja yekşemê be, hingê roja rojbûnê wekî adventa çaremîn tê qebûlkirin.

Beriya adventê çar find ber hev de tên danîn. Yekşema ango adventa yekemîn de yek ji wan tê vêxistin û heftiyeke sax findek şewq dide. Adventa ango yekşema duyemîn findek din jî tê vêxistin û heftiyeke du find bi hevre ronahiyê didin derdora xwe. Herwiha ji ya sêyemîn pêve sê û piştî ya çaremîn her çar bi hev re heta rojbûnê.

Ji bo adventê ji zarokan re bi qasî rojên adventê diyariyên biçûk tên amadekirin. Her roj piştî şiyarbûnê zarok diçe û diyariya xwe ya wê rojê vedike.



08.12.2019 15:28 ~15:29 | nestêle