Tirşik - Profîl
tirşik-profîla awirek

profîla "awirek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [awirek.com] de;

12. Bi demê re çiqas fîlmên binnivîsa Kurdî zêdebûn yên din dikarin werin jêbirin. Tenê fîlmên binnivîsa Kurdî û yên dublaj hebin çetire. Lê niha ji ber ku wêrger pir kêmin û dûblaj zêde nîn in tiştêk wiha ji ber seo pêk hat. Ji bo reklamê jî ji xwe tu perê ji vê malperê nayê qezençkirin. Û qet reklam meklam nehatine weşandin. Ew reklamên ku di ber vîdyoyan de derdikevin ne eydî malperê ne ji aliyê wan malperên ku vîdyoyan dihwinin tê weşandin. Wekî din ka em dikarin çi bikin. Pêşniyarî û rexneyên we gelek girig in. Em dikarin çawa binnivîsen Kurdî zêdetir bikin. Em bi hev re kar bikin.



07.01.2017 21:47 ~21:48 | awirek

8. Kêmasiyên malperê hêj gelekin. Li gor nirxandin û rexeneyên we yê biryar bistîne. Wêrger wergara we ye. Wê ked daye rast e. Ji ber vê yekê hevalekî min ji we destûr xwest ji bo bikaranîna wergerê. Wê jî destûr da. Lê di aliyê şeweya bikaranînê we rexneyên xwe anîn ziman. Rexneya we di cihê xwe de ye. Keda we pîroz e. Ji bo Awir malpera yekemîn e ku fîlman bi jêrnivîsên Kurdî diweşîne hewcedarî dît ku di hûndirê vîdyoyan de navê awirek bikar bîne. Awirek bibe keda herkesî. Û ji bo kurumsaliyê jî hewcedariyek wisa li ber çavan bû. Ji bo sînemaya Kurd û rêzimana sînemayê pêşda here diviyabû xebatek bi vî rengî were destpêkirin. Ev nêzî çend mehe ku bi şev û roj hevalek xwe diêşîne û vê malperê amade dike. Awir, ji bo sînemaya Kurdan pêngavek bi wate ye. Ji lewre jî pêwîste hemû sînemahez li vê malperê xwedî derkevin û biparêzin. Jiber ku ya we ye. Ya hemû gelê Kurd e. Weke ku hatibû ziman em tev dizanin Awir, carna dibe nasnameya mirov. Her kes xwedî awirek e. Her awir nîşaneyeke ji bo me. Carna hemû tiştên ku em dixwazin bibêjên di awirekî de dicive. Ew awir me dibêje, çîrok û hêrsa me tîne ziman. Malpera Awir jî nasnameya me ye û bi zimanê me ye. Bi hişmendiyeke ku ya me hemuya ya binerin. Min gelek direj kir. Biborin. Di encamê de ez naxwazim dilê tu kesî bihêlim ji bilî vê di pêvajoyeke wiha giring te hewcedarî her tim yekitiya me Kurdan heye. Ji ber ku dilê we nemîne min ji martin di malperê de 27 wêrgerê we yên ku hatibûn xwestin hene ez dikarim têvan rakim. Êdî li benda wêrgerên nû bimînim. Slav û rêz.



07.01.2017 21:04 ~21:05 | awirek

5. Merhaba,

Xebata awirek xebateke kolektife, ne şexsiye. Armanc danasîna sinemayê û zimanê Kurdiye. Bê destûr tu nivîs jiberxwe nehatine weşandin. Eger xwesteka we hebe em dikarin wan fîlmên ku me binnivîsa we bikar aniye em jêbibin. Lê we gotiye qet behsa me nekirine, ev yek ne rast e. Keremkin biçin girêdankê.
Here lînkê



07.01.2017 15:08 | awirek