Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cûndûllah el-kurdî

profîla "cûndûllah el-kurdî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [marşa tîpan] de;

1. Helbesta Hisênê Emîn e.
Marşa tîpan
Em şagirt in, em dixwînin A B C
Nivîsandin, ew ji me re armanc e.
Tîpên me tev sî û yek in, Ç D E
Xweşî ev e bi zimanê kurdmanc e.
Ê F G H him rehet e him şêrîn
Î I J K xweş dixwînim bi qîrîn
L M N O hê mayine hinên din
Gelî kurdan werin tev de bixwînin.
P Q R S Ş T Û U tu meyze
V W X ne, ez şaş nakim yek levze
Heşt dengdêr in, heçî dengdar bîst û sê,
Riya ronî dibistan e, ma Y Z.
Qetranî /20 12 1943
Hisênê Emîn





23.05.2018 14:25 | cûndûllah el-kurdî