Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cûndûllah el-kurdî

profîla "cûndûllah el-kurdî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêhêvî nebin] de;

1. Helbesta evdirehîm rehmî hekarî


Bêhêvî nebin esla
Ji merhameta Mewla
qur'anê  azîmuşşan
"la teqnetu"* got lewra

sa'y û 'emelêt* ciddî
Mizgînî ye bo e'mal*
Xasma niyetek saf e
Efradê hemî fe'al*

Her kes di wezîfa xwe
Lazim xebitin şev-roj
Yek saniye bêfêde
zayi' diketin sed roj

Zehf bûne reqîbêt* me
Wê dixebitin daîm
Îman kiriye hemiyan
tewfîq* bi me qaîm

Riya me nuha girtî
Riya heq e, bê perwa
Tesdîq diket her kes
Hem razî ye pê Mewla

Fekrin xeberê pîran
Paşê sa'y û tedbîran
"Xwedê bî me ra yar bî
Şûrê me bila dar bî"

28 Kanuna Berî 1334(1918)
Ji mala Hekariyan Ebdurrehîm Rehmî


1 zumer 53: ji rehmeta Xwedê bêhevî nebin
2 xebat
3 piraniya "emel"
4 jêhatî/xebatkar
5 dijmin
6 lêkanîna şolek li gora daxwaza mirov


Here lînkê



30.06.2018 22:53 ~2018.07.03 22:28 | cûndûllah el-kurdî