Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hejmara herî zêde ya temaşekirina heman fîlmê] de;

5. (bnr: hatim)*

Hinek film hene ku mirov bi temaşekirina carekê nikare fêhm bike ka film dibêje çi, qala çi dike, dixwaze ji mirov re çi Peyami bide falan fistan.. zêdetirî yekê temaşekirina van fîlman pir normal e lê hejmara temaşekirinê divê çiqas be? ev jî li gor fîlman diguhere. mesela woody allen ji bo ku fîlma 2001: a space odyssey fêhm bike çar caran lê temaşe kiriye (di hevpeyvînekê de wisa dibêje) ger woody allen bi çar caran fêhm kiribe acar divê em çend caran lê temaşe bikin? ev ji bo ji fîlmê fêhmkirinê bû. îcar em werin ew fîlmên ku mirovan dikenînin yanî fîlmên komedî: Li gor min mirov dikare haya Ku ji van fîlman aciz bibe, lê temaşe bike. Ev jî li gor hişê mirovan ya rastî ji fêhmkirina fîlman a mirovan diguhere. Mesela bi ekserî li tirkiyê bi sedan caran li fîlmên kemal Sunal tên temaşekirin. Hûnê bibêjin ka çi di van fîlman de heye ku mirov evqasî lê temaşe dike. Ez ji we re bibêjim: tiştek têde tune ye, ji ber ku kes ji fîlman fêhm name, evqas tên temaşekirin..

Hin film jî hene ku mirov pir û pir jê hezdike, ewçax jî hema kengî keys çêdibe lê temaşe dike.. weke mînak em dikarin fîlma braveheart bidin..

Îcar ez fikrên xwe bi kurtasî bibêjim, ji bo fêhmkirinê çiqasî hun karibin temaşe bikini lê ger ev hejmar ji 5an derbas bike, dev ji temaşekirina fîlman berdin!! Xêndî vê jî ger hûn bikaribin bi xwe, zêdetirî du sê caran li fîlmekê temaşe nekin lewra ger hûn pir caran li fîlmekê temaşe bikini, hûn nikarin li fîlmên din temaşe bikin..



03.06.2014 14:01 | mergehez