Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ava gola gulê] de;

1. li gundekî çinara amedê ku gundê nasekî me ye, golek hebû* bi ava baranÊ çêbûye. Heywanên gund ku hejamara wan pir zêde ye, diçûn ser vÊ golÊ av vedixwarin û tavilê di golê de dimîstin. Piştî ku heywanan di golê de dimîstin şêniyê gund jî diçû ji wê golê av vedixwarin. îja em werin meseleyÊ; du roj berê li malÊ biraziyê min ji bavÊ min re çayek dagirt û bir ji bavê min re. dema bavê min dît ku çaya wî pir zelal e, ji biraziyê min re got "çaya te wek ava gola gulê ye" û çîroka vê golê got. Berê dema ku hineka çaya zelal çêkiran mêvanên wan an jî şêniyê malê bi henekî digotin çaya we wek ava gola gulê ye yanî weke qet dem neketibê,tenê ev ava ku ji mîzê zer bûye, ketiye. û hew *



16.07.2014 10:30 | mergehez