5. Sibe ne dusib e. Li gundan dê wiha be: sibeeee zû şênî ji xew radibin. Bi gelemperî yên jin zûtir radibin û xwarinê ji yên mêr re amade dikin.(nalet li islamê bê). Mêr radibin, xwarin amade ye. Xwarina xwe dixwin û hinek xewa xwe didomîne hinek jî diherin mizgeftê(ez naçim mizgeftê û ez ê neçim jî). Xwarinê jinên malê radikin. Diherin li cihekî talde xwarinê dixwin ew jî.(ji ber ku eyb e xeyabûna wan)li mizgeftê nimêj tê kirin û bi gelemperî rasterast diçin goristanê. Dia mia dikin, şekiran davêjin li ser goran û vedigerin gund. (Li gundê me maleke dewlemend heye li ber goristanê. Her îd xwarinê çêdikin. Mêrên ji goristanê vedigerin diherin li wir jî xwarineke xweş dixwin.) |
|
15.07.2015 18:55 |
mergehez
|