Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîze] de;

1. destûra ku dema mirov dixwaze ji welatê ku tê de dijî, here welatekî din, ji welatê ku dê here dixwaze. belkî tevlihevî çêbibe, ji bo wê ez mînakekê bidim: mesela ezê ji tirkiyê biçim swîsreyê. ji bo ku ez herim divê ez destûrê ji swîsreyê bixwazim. ez diherim konsolosa swîsreyê û daxwaza vîzeyê ji wan dikim û ew jî li şert û mercan dinêrîn û qerara xwe ya dayîna vîzeyê didin. ji bo ku kesek bikaribe vîze bixwaze divê ewil pasaporta ew kesî/ê hebe. li gor lihevhatinên di navbera dewletan girîngiya vîzeyê diyar dibe. mesela ji bo em biçin europayê divê vîzeya me hebe, ji ber vê yekê vîze tiştekî girîng e. lê ji bo em biçin iraqê an sûriyê an jî gurcistanê vîze mîzê navê..



13.09.2014 13:50 | mergehez