Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lêkerên awarte] de;

1. di kurdî de lêker dema di hevokekÊ de tÊn bi kar anÎn bi sîstemeke sabît tên tewandin:

pÊşgir+rayeka lêkerê+qertafa kesane

rayeka lÊkerÊ bi gelemperî ji lêkerÊ derdikeve û li gor wê di hevokÊ de tê bi kar anîn. mÎnakekÊ bidim dÊ baştir bÊ fÊhm kirin.

rayeka lÊkera 'xwarin'ê 'xw' ye : ez nan dixwim(di+xw+im)

rayeka lêkera 'kirin'ê 'k' ye : tu dikî(di+k+î)



lê hinek lêker hene ku rayekên wê wisa nayê diyar kirin. mînak bidim:

rayeka lêkera 'pehtin'ê 'pêj' e : ez nan dipêjim(di+pêj+im)

rayeka lÊkera 'şuştin'ê 'şo' ye : ew serê xwe dişon(di+şo+n)



çend mînak ji bo van lêkeran: hatin, anîn, gotin, dîtin, danîn..

Lêkera 'çûn'ênîv awarte ye. rayeka wê 'ç' û 'her' e. ez diçim(di+ç+im) = ez diherim(di+her+im)



12.11.2014 23:50 | mergehez