Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cppdroid] de;

1. sepaneke androidê ye. bi vê bernameyê mirov dikare bernameyên c û c++'ê binivîse. her çi qasî ji telefonê nivîsandina bernameyan weke tiştekî beradayî xuya bike jî, ev bername kêrî gelek kesan tê. mesela kêrî min tê. dema ez li dibistanê bim û hevalên min tiştekî ji min bipirsin(belkî şaşiyeke ku wan kiribe, be) ez telefonê derdixim û vê bernameyê vedikim û dest bi nivîsandina bernameyê dikim bi gelemperî ew şaşî tê dîtin. ger telefon tineba dê ew şaşî li wira bihata dîtin gelo?



ji bo bi kar anÎna vê bernameyê xweş be divê ekrana telefonê hinekî mezin lewra dema mirov klavyeyê vedike kod zêde xuya nake..



compilera wê heye(ecêb mam lê heye). tu kodên xwe dinivîse û compile dikî. şaşiyên te kiriyî derdikevin û tu li gor wan şaşiyên xwe sererast dikî. piştî sererastkirinê tu dikarî bernameyê bişixulînÎ jî..



lÎnka bernameyê ya google playê: http://tinyurl.com/nwnu5pg



15.11.2014 14:57 | mergehez