Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [takva] de;

1. Wateya wê: hezkirina ji xwedê û digel vê hezkirinê xwedantirsê ye..

fîlmeke bi heman navî di sala 2005an de bi senaryoya ömer çakır ji aliyê ömer kızıltan hatiye kişandin. Serlehêngê fîlmê di nav nakokiyekê de ye. Gelekî ji xwedê ditirse kî êdî ji ber ku ewqasî xwe ji pîsiyê diparêze, hêdî hêdî hiş berdide. Ligel ev tirsa bêhempa, gelek caran di hişê wî kiriba pîsiyê derbas dibe lê dîsa jî dikare xwe bigire.. digel vê nakokiya derûnî, fîlm li ser çewtî û bênamûsiyên ola islamê jî sekiniye. Kesên di tarîqatê de bênamûsiyan, çavnebariyan, bêehlaqiyan dikin, kesên ku li ber destê van bênamûsan ên ku pir dijwariyê dikişînin û di dawiyê de jiyana wan mahf dibe...

Di fîlmê de lîstikvanên pir baş dilîzin. Mesela erkan can, güven kıraç, engin günaydın, settar tanrıöğen...

Min îro ji tirşikvanan bihîst ku senarîstê ve fîlmê ji bo alikariyê çûye kobanê û li wir birîndar bûye..



03.12.2014 10:25 | mergehez