Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [clash of clans] de;

4. Lîstika ku salek berê min ji ber meraqê dest bi lîstina wê kir û piştî ku min dît ez hertim dilîzim min jê bir. Mehek berê filan min dîsa daxist û lîst û dîsa hertim dilîzim. Niha ji ber ku li amedê hertim aciz dibim dilîzim dibe ku piştî ku çûm izmirê dîsa jê bibim.

Lîstikeke ecêb xweş e û nivîsabariya wê jî gelek baş e. Her tişt girêdayî înternetê ye. Tu di şer de leşkerekî dişînî lîstik vê yekê li serverên xwe qeyd dike. Ji ber vê jî mirov nikare hack bike.

Niha ez xendekî û hevalekî din, em tenê ne. Ji ber wê em naxwazin klanekê ji xwe re vekin lê ku çend hevalên din jî werin em ê klan vekin.

Welhasil ku karê karên we pir bin, teqez dest pê nekin. Hemû wextê we dê li vê lîstikê biçe..



Edit: ku em ji tirşikê 5 6 heval hebin em dikarin bi navê "tirşik" klanekê vekin *



05.09.2016 04:20 ~04:22 | mergehez