Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê] de;

64. Teberkerde nêzî saetekê berê çûbû cihê civînê, heta em gihîştin wê derê pirtûka mihemed şarman a bi navê kêmber xwend.*

Ez û rûbar payîz, em gihîştin wê derê em rûniştin. Ferhenga şikestî nêzîkî nîv saetê dereng hat. Heta ku ew hat em li ser kurmancî-zazakî filan peyivîn. Piştî ferhenga şikestî hat jî me domand vê mijarê. Civî nêzî 2 saet û nîvê domiya. Xweş derbas bû. Em li ser çend mijaran peyivîn. Mijar:

- rewşa zazakî-kurmancî

- mirovên colemergê

- wêje (nivîskar berhem rexne û hwd.)

- rewşa nebaş a kurdistana başûrê

- divêtiya dewletbûna kurdan(erênî-neyînî)

- rewşa kurdan li kurdistana rojhilat



Yên tên bîra min ev in. Em li ser rojevê nepeyivîn lewra wext nema. Civîneke samîmî bû. Cudahiyeke xweş bû di van rojên dawîn.



Brusk56 hinekî dereng peyam nivîsand. Piştî ku em rabûn min dît. Yanî mixabin fersend çênebû ku em li ser bûyerên li silopiyê û tolhildana pkkê bipeyivin.



10.08.2015 23:47 | mergehez

63. Ev jî xwêne*

Here lînkê



Nîşe: Tirşikê vê wêneyê xwar tomar kir



10.08.2015 23:19 | mergehez

62. Here lînkê



10.08.2015 23:19 | mergehez

61. wêneyên ji civînê:

Ji aliyê çepê: rûbar payîz - ferhenga şikestî - teberkerde - mergehezo nançû

Here lînkê



10.08.2015 23:16 ~23:18 | mergehez

60. Civîn qediya. Xweş derbas bû. Dê agahî wêne bên parvekirin. Li bendê bin *



10.08.2015 20:30 | mergehez

57. Ka hûn li ku derê ne law?



10.08.2015 17:31 | mergehez

53. dê herî kêm bi sê kesan pêk bê



10.08.2015 13:52 | mergehez

48. saet 6 hinekî dereng nakeve yaw? hadê bila 5:30 be. Roj Cafe baş e. Heke ku tu îtîraz tune be Cih: Roj Cafe



09.08.2015 16:57 | mergehez

45. eeerê sibê roja pîroz e. ka em cih diyar bikin.

roj cafe, dijle cafe, diyarbakir evi, eflatun cafe û hwd. hevalno bila ku der be?



09.08.2015 13:55 | mergehez

42. (bnr: herkes dawetlî ye)

civînên tirşikê bê dawet e lê yên li kanadayê nayên em wan qebûl nakin *



04.08.2015 12:38 | mergehez

41. (bnr: it doesn't matter)

Ji min re ferq nake ha 8 ha 9 ha 10. Lê hêvî dikim tm di wê rojê de karê min dernekeve.



Cih: zêde cih nizanim hûn bêjin

Saet: 19:30-20:00



Nîşe: bila herkes şîva xwe bixwe û were ha *



04.08.2015 12:37 | mergehez

38. 7ê mehê ez bawer im nabe lewra heval dê wê rojê nuh werin amedê. Dibe ku westiyayî bin. Loma heke ku we jî go erê bila 8 an jî 9ê mehê be. Piştî ku roj diyar bû emê cih û saetê jî diyar bikin. Jixwe herî kêm saet 4 5an de meeiv dikare ji malê derkeve...



Sankî Teberkerde jî wê were. Heke ku were dê pir xweş bibe



04.08.2015 12:21 | mergehez

33. Teklîf ji hola êzîda re: heke ku tu werî ez ê qehweya qizwanan îkramî te bikim *

ji xeynî wê: de loy loy de loy loy neyên yabo. Heke ku hûn li me ne qayil bin, em qet li we ne qayil in!



Nîşe: this is a joke! Don't misunderstand me.



24.07.2015 23:50 | mergehez

27. (bnr: taktîk)*



Kurê xelkê neyê ez jî nayêm. Va mi dîsa go!



21.07.2015 21:22 | mergehez

14. (bnr: pênas)

Endazyar tev li civînê nebe ez jî nabim. Va mi go! Heke ku tev lê bibe jî, li gorî şert û mercan, musaîtbûna nivîskaran piştî 7ê gelawêjê dê rojek bê hilbijartin.

Hola êzîda gotiye ez ê werim lê sankî bihenekî gotiye lewra tiştê min fêhm kirî li ewropayê dijî.



18.07.2015 17:38 | mergehez

8. (bnr: pênas)

Ji bo min ferq nake ku kengî be. Lê ji ber ku 7ê tebaxê hinekî dûr e. Divê em çend rojan carekê behsa civînê bikin da ku nivîskar xwe ji bîr nekin. Hadê hevalno derkevin li pêş. Xwe veneşêrin..



17.07.2015 21:37 | mergehez

6. Li gorî min divê vê havînê civînek li amedê bê lidarxistin. Hema em 4 5 kes bin jî bes e.

Yên li amedê ne bila xwe kifş bikin. we go çi hevalno?



Yên ku temam in:

Ferhenga şikestî

ez

endazyar

rûbar payîz



Yên ku ne diyar in:

Kurê xelkê

teberkerde



mêjû: 10.08.2015



cih: roj cafe



saet: 17:30



17.07.2015 19:27 ~2015.08.09 19:24 | mergehez