Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo pergala tirşikê pêşniyarên tirşikvanan] de;

15. Piştî xwastinên di mijara sedemên reşşik an çeppikên peyaman de min got ka ez pêşniyarekê bikim. Li gorî min %100 pêkan e. Wiha ye:

Dê di eyar(mîheng)ê de vebijêrkeke wiha hebe: tu dixwazî sedema dengdayînê binivîsî? (Heke ku tu bikî erê, dema ku te deng da peyamekê dê paceyek derkeve ji bo nivîsandina sedemê)

Dê xwediyê peyamê tenê sedemê bibîne. Yê/ya ku deng daye nabîne.

Ez bawer im hat fahmkirin *



Ez bixwe dixwazim vê taybetmendiyê bi kar bînim. Çimkî dixwazim sedema reşşik an jî çeppikên ku nivîskar didin peyamên min bibînim. Herwiha nivîskarên jî dixwazin. Simurg bey simurg bey. Bersivê bidin! *



14.09.2015 23:29 | mergehez

10. ji ber ku ez li ser malpersaziyê zêde tiştekî nizanim,wê çawa bibe, dê bixebite, nexebite an hinekî bixebite, nizanim lê ji ber ku mentiqa malpersazî û bernamesaziyê weke hev e, dixwazim ji bo kêmkirina bijkokan pêşniyarekê bikim:

1- ji bo vîdeoyên youtubeyê ne hewceye meriv pêl li bijkokekê bike, dîrek lînk bide bes e,

2- ji bo wêneyan divê meriv lînka wêneyÊ di hindurê ( wêne: )'yê de binivîse,

3- ji bo lînkekê jî divê di hindurê ( lînk: )'ê de bê nivîsandin..



ez pêşniyareke wisa dikim: bi fonksiyonekê meriv dikare ev her sê tiştan jî li gorî daxwaza xwe veke. yanî tiştê ez dibêjim ew e ku nivîskar dê her sêyan jî tenê di hindurê tag'ekê de binivîse û eger lînka wêneyê be dê wêne, vîdeo be dê vîdeo, dûz lînk be dê lînk vebe..



lînkên vîdeo û wêneyan sabît in. weke mînak:

https:// www.youtube.com/watch?v=yUsY9YrYQM0

https:// youtu.be/yUsY9YrYQM0

http://upload.wikimedia.org/wikipedia/tr/a/a9/Kaptan_Resim_3.jpg



ji bo youtubeyê jixwe tenê du cure lînk heye; ji bo wêneyan jî sê çar tîpên dawîn divê formata wêneyê be felan. jixwe ne ev herdu cure bin wê çaxê dê dûz lînk be..



simurg56 tu dibêjî çi? alîkarî lazim bibe hertim li vir im..



14.04.2015 00:57 ~00:58 | mergehez

8. Ji bo dana bnryan divê krîterek hebe. Hekena dê tirşik bi bnryên vikîvala tije bibe. ji ber ku dana bnryan, ji nivîsandina peyameke biqelîte hêsantir e, nivîskar hema bnryan dide û dielime vê yekê. Piştî wextekî êdî dibêje qey armanca wan dayîna bnryan e.

Ji bo beralîkirin an jî mijarên dişibe mijarê, jixwe meriv nikare astengiyekê têxe. Derdê min bi bnryên beredayî re ne.



28.03.2015 21:06 | mergehez

1. Ji bo tirşik xweştir û geştir û biqelîte bibe, divê tirşikvan jî hinekî xwê têxe tirşikê. Ji ber vê yekê û ji ber hin tiştên ku baca min jê tê ez ê pêşniyarên xwe binivîsim. Li gorî tiştên guncaw e. De êdî biryara simurg56 beg e.



1- beredayîtiya dana bnryan:

Kengî di tirşikê de li mijarekê dinerim, ez liqayî bnryên tewşomewşo têm. Divê êdî astengiyek ji bo vvan bnryan bê danîn. Yanî divê peyam bes ji bnryan pêk neyê. Carinan bnr hewce dike. Ji bo wan bnryan jî divê pejirandin were.



2- kêmasiyeke tirşikê ye ku gelek nivîskar di peyamên xwe de tenê du sê peyvan dinivîsin Û bi wî awayî diweşîne. Ev jî dibe sedem ku qelîta tirşikê bikeve. Ji bo vê pirsgirêkê jî min çareseriyeke wisa dît: weke di twitterê de em jî sînorekî ji bo peyaman amade bikin. Û ger nivîskar vî sînorî derbas neke bila peyam neyê weşandin. Mesela 100 tîp



Hûn jî pêşniyarên xwe bilêv bikin tirşikvanno!



28.03.2015 14:49 | mergehez