Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [algol] de;

1. zimanê bernamesaziyê ye.

ji bo ku zimanekî gerdûnî bê afirandin di sala 1958an de xebatek dest pê kir. li zurihê di navbera 27ê gulanê û 1ê pûşperê de civînek hat li dar xistin û ev ziman hat sêwirandin. navê vî zimanî ewil bû algol 58. ji ber ku taybetmendiYên algol 58ê kêm bûn û zêde nehat bi kar anîn û ibm'ê jî li ser fortranê dixebitî, algol 58 biserneket

civîna duyem di 1960an de li parîsê hat lidarxistin û bi navê algol 1960ê zimaneke nû hat sêwirandin. lê belê ev jî biserneket.

ji ber ku ziman pir tevlihev bû kesî piştgirî neda wan û qet negihaşt armanca xwe lê belê algol ji bo zimanên aniha bû bingehek baş..



15.04.2015 01:51 ~01:52 | mergehez