Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pelûl] de;

2. Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û kalan e. Raat gotiye lewra min heta niha tu ciwan nedîtiye ku jê hezkiribe. Dibêjim qey tenê ez jê hez dikim.

Pelûla bi dims jî heye.



Terîfa pelûlê:(ji bo 3-4 kesan)

3 îskan av

3 kevçiyê xwarinê şekirê hûr

4 kevçiyê xwarinê arvan

3 kevçî rûnê hişk



1- şekir û avê li qûşxanê vala bike.

2- dîne li ser êgir.heta nêzîkî kelînê li hev bixe.

3- rûnê xwe bavêje, heta heliya dîsa li hev bixe.

4- piştî ku rûn heliya êdî hêdî hêdî arvanê xwe lê bireşîne. Arvan gişî bi hev re nexê hekena wê bibe loq.

5- heta ku pelûl hinekî tîr bû li hev bixe û dûre ji ser êgir rake, têxe tasan û têxe sarincê..



16.06.2015 17:01 | mergehez