Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anksiyete] de;

4. li gorî hin teorîsyenan mirov aksiyeteya xwe ya ewil dema jidayikbûnê dijî. derketina ji cihekî teng, dibe sedema anksiyeteyê. lê li gorî hin teorîsyenan jî tiştekî wiha tune ye. yanî mijar di nîqaşê de ye.

rasterast em nikarin bêjin ku anksiyete diltirsî ango dilnerehetî* ye lê em dikarin bêjin ku anksiyete dibe sedem ku mirov diltirs bibe.

*(tedîrgînlîk)

li gorî freud xala nîskokê ya rast a anksiyeteyê ego ye. ego bi anksiyeteyê bersiv dide ew xweajoyên ku ji idê tên û heke ku neyên kontrolkirin, xeternak in. erka bingehîn a ew anksiyeteya ku nîşana xetereyê ye, zora ew xweajoyên ku ji id'ê tên birin e..



13.05.2015 22:55 | mergehez

2. Di derûnnasiyê de têgehek e. Anksiyete diafire an jî tê jiyîn. tiştek tê serê meriv, heke ku bandora wê tiştê li ser meriv çêbûbe, di zimanê derûnnasiyê de wiha tê gotin: ev tişt li ser wî/wê anksiyete afirandiye ango kiriye.

Weke mînak em bêjin kesek diçe sînemayê û li wê derê tiştek tê serî û bandora xwe li ser wî dihêle. ÊdÎ ew meriv nikare here sînemayê..



12.05.2015 16:15 ~2015.05.13 22:37 | mergehez