Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja me] de;

1. navê straneke koma berxwedan e.

gotinên wê ji aliyê xelîl xemgîn hatiye nivîsandin.

stran li ser serokatî û pkkê ye.

straneke pir xweş e.



klîba wê:





gotinên wê: (di înternetê de tune ye ha. xatirê min bizanibin* min ji pdf'ekê girt)

{

Rewa vê axê hêsir in

Xwêdana eniya me ye

Qêrîna axê bilind e

Ji hundirê dilê me ye



Ji erd û esmanê perçe

vekir riya yekitiyê

Ji zincirê dest û piyan

Bû ayeta azadiyê



Hêza zendê hesinkaran

Banga aşitiyê tu yî

Tîna agirê newrozê

Awaza hebûnê tu yî



Aviya berbanga sibê

Xwêdana ramana te ye

Sayiya esman aram e

Xwêdana ramana te ye



Dermanê birinê me yî

Sawa şevê reş hilanî

Hêviyên me şiyar kirin

Riya serkevtinê danî



Kenê ser lêvên zarokan

Ji wêne û navê te ye

Hêsirê çavê dayikan

hesreta dîtina te ye



Evîna di dilê me de

xeml û xêza keda te ye

Tu yî roja me ya pîroz

her dem berê me li te ye



Berdewama Zerdeştê kal

Navê ked û biratiyê

Tu dîroka kevn û nû yî

Xelata mirovatiyê



Sonda me bi roja me ye

Em tirêjên ji agir in

Bawerî bi tîna te ye

Nema êdî vedimirin

}



16.06.2015 15:56 ~15:56 | mergehez