Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên stranan] de;

19. MIZGÎNÎ: Gotinên Stranan bi dîzayneke nû niha hem li ser google play storeê hem jî li ser app storeê ye. Yanî hem ji bo telefonên androîd hem jî ji bo iphonean!

Gotinên Stranan
Gotinên Stranan mezintirîn koleksiyona gotinên stranên Kurdî ye.
Di sepanê de nêzî 7000 gotinên stranan û ji 800î zêdetir stranbêj hene. Bi lêgerîna berfireh mirov dikare di nav gotinên stranê de jî lêgerînê bike. Ku bikarhêner ji stranekê hez bike dikare wê stranê bike favorî an jî parve bike.



22.02.2022 20:26 ~20:29 | mergehez

18. Versiyona 2.3ê derket. Zûzûka rojane bikin. Gelek tiştên xweş lê zêde bûn.

Agahiyên berfireh di rûpela wê ya facebookê de ne: Here lînkê



17.11.2015 19:07 | mergehez

15. Sepana ku niha tê dw 2627 heb gotinên stranan hene. Koleksiyoneke wiha li derekê bibînin ez ê herim li wir xwe daliqînim*

Hejmara daxistinan bûye 1900.

Ji ber ku dema çêkirinê min di telefona xwe de test dikir bi hin şaşiyan hayil nebûm. Sepan ji sedî sed di telefona min de dixebite lê di hin telefonan de gelek kêmasî hene. Sepan baş naşixule filan. Divê ez check-upekê jê re bikim lê ji ber ku xatirê wê nayê zanîn bi xwe re nabînim niha..



10.09.2015 00:55 | mergehez

12. Piştî du roj û nîvan hejmara daxistinê dîsa rojane bû. Sepana min a ku ne pêdiviyeke bingehîn e hejmara daxistina wê niha 1177 e *



25.08.2015 03:44 | mergehez

10. sepana ku bû du hefte ku di marketê de ye. lê li îstatîstîkan binerin:

daxistin: 272

Dengdayîn: 47

Şîrovekirin: 34



di marketê de wiha ne. lê di facebookê de 417 ecibandinên rûpelê hene. Mixabin kes danaxin. Xatirê wê nizanin. Hinek haya wan jê çênabe ji ber ku kes reklamê nake. derdê min giran e. nêz min nebin. ez ê psikolojiya xwe xira bikim.



lê dîsa jî lînkan bidim*

lînka merketê: Here lînkê

lînka rûpela facebookê: Here lînkê



edît: nêviyê hejmara daxistinê jixwe heval meval in*



22.08.2015 13:09 ~15:54 | mergehez

7. niha ji 2000ê zêdetir stran tê de hene û her ku biçe wê zêdetir bibe.

tirşikvanno hadê daxin û deng bidin/şîroveyên xwe binivîsin!

hesabê wê yê facebookê : Here lînkê
hesabê wê yê twitterê: Here lînkê

fermo biecibînin û parve bikin*



10.08.2015 04:17 ~2022.02.11 20:43 | mergehez

5. niha di marketê de versiyona amadeyî weşandinê heye. hûn dikarin belaş daxin. dîsa bêjim ne bi pera ye ha, belaş e belaş *

min lînk ji bîr kiriye: Here lînkê



09.08.2015 21:19 ~2022.02.11 20:43 | mergehez

2.

Gotinên Stranan
Gotinên Stranan mezintirîn koleksiyona gotinên stranên Kurdî ye.
Di sepanê de nêzî 6000 zêdetir gotinên stranan û ji 600î zêdetir stranbêj hene. Bi lêgerîna berfireh mirov dikare di nav gotinên stranê de jî lêgerînê bike. Ku bikarhêner ji stranekê hez bike dikare wê stranê bike favorî an jî parve bike.


Navê sepana min e ku ez nêzîkî 4 mehan li ser xebitîm. Niha 1100 stran tê de hene. Armanc 1500 stran e. Piştî ku ez gihîştim vê hejmarê ez ê bixim marketê. Lê heke ku hûn xêra xwe ji min re hinek gotinan bişînin ez ê sepanê ji we re niha bişînim *
Ji vê derê spas li endazyar dikim ji ber ku xêra xwe zimanê sepanê wergerand dimilkî.

Edit: min îro weşand. di marketa androîdê(google play store) de heye niha.
Ji bo yên ku dixwazin daxin: Here lînkê

lêzêdekirin: ez ê hê gelek tiştan lê zêde bikim: spasiya ji bo xendekî*, gotinên nû filan..



21.07.2015 21:52 ~2022.02.19 13:33 | mergehez