Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [receb dildar] de;

3. Sala borî tê bîra min pirtûkeke wî di fuara îzmîrê dihat firotin. Bi qasî min fêhm kir pirtûkeke nû bû lewra mamosteyeke me digot vê pirtûka wî bistîne felan. Lê navê pirtûkê nayê bîra min.



03.07.2015 01:54 | mergehez

1. Receb Dildar (1958 Çinar) helbestvan û nivîskarekî kurd e.



Jînenîgarî



Pêşiyên Receb Dildar ji navçeya Karazê ku wê demê gundekî li ser Licê bûye, derbasî deşta Çinar'ê bûn. Receb Dildar di sala 1958'a de li gundê Bedulyê hatiye dinê, lê malbata wî li wir zêde nesekiniye, ji wir bar kiriye û çûye Amedê li gundê Elîparê bi cî bûye. Receb Dildar bi xwe li Elîparê mezin bû. Wî xwendegeha pêşîn li Elîparê, ya navîn li Amedê qedand. Paşê ji bo xwendegeha mamostatiyê ew çû bajarê Kırşehirê û çar sal li wê derê ma. Di sala 1976'a de li Amedê dest bi karê mamostatiyê kir. Di sala 1982'ê de ji ber xebatên siyasî hate girtin û heta sala 1987'a di girtîgeha Amedê de ma. Piştî salên girtîgehê heta sala 2002'ê wî di şîrketeke dermanan de kar kir. Paşê li Amedê bi navê Huner dikanekî kitêbfiroşiyê vekir. Di sala 2004'a dikan xwe girt û aniha emeklî ye. Receb Dildar zewiciye û çar zarokên wî hene.



Jiyana nivîskariyê



Cara pêşîn di sala 1982'a de di kovara Dengê Kurdistan de helbestên wî weşiyan. Paşê di rojnameya Fıratta Yaşam de, di navbera salên 2002 û 2003'a de, di quncika Dilopên Jiyanê de gelek gotarên wî weşiyan û ji sala 2000'a û virde di gelek malper û kovarên kurdî de nivîsên wî weşiyane. Pirtûka wî a pêşîn a helbestan e. Pirtûk di sala 2003'a de bi navê Kewê Canê ji weşanxaneya Gun-Hîvron derket. Receb Dildar wekîdin romaneke Seyit Alp wergerand kurdî û kitêb di sala 2005-ê de bi navê Dewran di nav weşanên Dozê de hat çapkirin. Di pêşbaziya çîrokên zarokan a Şaredariya Sûrê de çîroka wî a bi navê Şîno xelata yekemînî girt. Dîsa di pêşbaziya çîrokan a Kovara Nûbiharê de çîroka wî a bi navê Veger bû yekemîn. Di 2008'a de Weşanxaneya Avestayê çîrokên Receb Dildar bi navê Şikefta Xwekuştinê kir kitêb û gîhand ber destê xwendevanan.



Berhem



2003 - Kewê Canê, Helbest

2005 - Dewran, wergera romana Seyit Alp

2008 - Şikefta Xwekuştinê, Çîrok

(2012)- "Li Dû Xezalekê" çîrok"



Çavkanî: wikipedia



03.07.2015 01:47 | mergehez