Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên bro omerî] de;

14. (bnr: her warek bi bilbilek)



Her bilbilek bi gulek

Her bilbilek bi dilek

Bilbilê Kurdistanê

Yekî bêper û kulek



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi gulek...



Xem nîn e, ew bilbil e

Evîndarê sorgul e

Bêper û bêperwaz e

Dilê wî jî bi kul e



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi dilek...



Gula wî yeke sor e

Sed dirî li derdor e

Bo çi bijart gula han?

Bidestxistin pir zor e.



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi gulek...



Her çiqas sitemkaran

Bi tundî û bi daran

Çîm û perwaz şikandin

Lê, gul neda neyaran



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi dilek...



Te awazek nerm heye

Bo gulê qedîfe ye

Rabe hûrik bilorîn

Bo dijmin pir qebe ye



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi gulek...



Bilbilê hêla Botan

Îro li te zivistan

Wê bihara te jî bê

War dê bibe gulîstan.



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi dilek...



Bilbilê Warê Boşo

Li te dijminqidoşo

Gulîstan lewitandin

Divê tu paqij bişo



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi gulek...



Bilbil! Tu jar û mestî

Bo gulê bûyî hestî

Bi derdê te dikele

Dê çi ke, ew bindestî.



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi dilek...



Bilbilê lata gelî

Bigrî digel Omerî

Gulîtan şewitandin

Tev bû rijî û xwelî



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi gulek...



Bilbilê Kevrê Biqul,

Serhed û warê kavil...

Bes bixwîne bi kovan

Te heland hinav û dil.



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi dilek...



Hooo! Bilbil, lo bilbilo!

Perşikestî, dilbikulo

Bihar bi ser te de hat

Rabe bixwîn ji dilo.



Her warek bi bilbilek

Her bilbilek bi gulek...



Bilbilê Şax û Şêbê

Vê bihara ku wê bê

Gul, kulîlk devliken bin

Gulîstana ku lê bê



Her warek bi bilbilek .

Her bilbilek bi gulek

Bilbilê Kurdistanê

Yekî bêper û kulek.



08.08.2015 00:24 | mergehez

13. (bnr: evîndar im)

Ji derdê evîna yarê

Perîşan im, min sed eman

Ji beyanî ta êvarê

Şaş û gêj û wek serseman,



Wek sersem û wek sewsiya

Digerim li çol û çiya

Goştê canê min heliya

Şiyan û qidûm jî neman. .



Ev ar ê taya evîn e

Nefes li min diçikîne

Min ne mecal, ne hekîm e

Manendê êşa bêderman.



Dil bi birîn û mûmar e

Xedeng li destê nojdar e

Ji ber daxan min hawar e

Qîrek li erd, yek li ezman.



Evîndar im, ez ne dîn im

Di eşqê de Mem û Zîn im

Dil pare û bi birîn im

Ji dil diçe pêt û dixan.



Heta ku ez te nebînim

Maçek ji lêvan nestînim

Pê sedsalan neqedînim

Qet namirim û esselam.



Keçê were ser vî mirî

Goştê ji hestî feşkilî

Carek dest deyn ser vî dilî

Ku lêde manendê keman.



Keçê were min bibîne

Derê mizgeftê danîne

Mirî me, tu bivejîne

Weke Îsa, lê be selam.



Bila em her du zînde bin

Dil de gul û kulîlk vebin

Bi mirinê cuda nebin

Mîna Mem û Zîna Zêdan.



Keçê ji bircê were der

Seryek bide dilê b'keser

Lê ba bijen bi pora qer

Ji bîr bikim kul û derdan.



Ka em biçin bexçê gula

Rizgar bin ji derd û kula

Zend li bin seryan bin bila

Doşek erd be, lihêf ezman.



Ka em herin Omeriya

Li nav bax û hûrdeviya

Tu bibî diya sebiya

Ew çax mirin li ser çavan.



Gelek wek min evîndar in

Bêderfet û ne li kar in

Hin ji wan jî li sêdar in

Wek ev car û wek her deman;



Evîndarê çavên belek

Pora tarî, biskên xelek

Bro Omerî wisa gelek

Dil şa dike bi xeyalan.



08.08.2015 00:22 | mergehez

12. (bnr: ez û tîtî)



Welat li bin piyê neyar

Miçiqîn co, kanî, cobar..

Kavil kirin gund û cîwar

Sotin giya, devî û dar...



Zivistan bû, rojek pir xweş

Ez û Kenzan bi dilê geş

Derketin nêçîre bimeş

Min dît du teyr ên di çavreş...



Yek jê baz bû, ne cî û mal

Tîtî bi me re bû heval...

Ne marmarok û ne kevjal;

Welatek bê dar û ajal...



Derketin ji Nisêbînê

Min dît bazek li kemînê

Geh radibe, geh datînê...

Berê xwe da Cibiltînê...



Em çûn qeraçê Zorava

Li hevraz û li ber ava

Ne mirov, ne gundek ava...

Ku li wan bikin silava.



Omerî

Lo tîtiyo! Li vî warî

Çima wisa tu dizarî?

Ma kanî ew qewmê Arî

Bi ku ve çû; kîjan warî?



Tîtî

Law û nevî yên di Medan

Welat terk kir, zevi berdan ..

Ez û xiltekî kor lê man

Bûne hêvî; bûn notirvan...



Omerî

Kanî şalûl, kanî bilbil?.

Keyf û evîn dixistin dil...

Kanî reyhan; kanî simbil?..

Kanîn qitik ên çavbikil?..



Tîtî

Mame ez û xiltê nebez

Geh li hevraz, geh li nav rez. ..

Em kar dikin bilez û bez

Li Zorava û li Kepez...



Welatekî bêmecal e

Warê Egît; warê Zal e...

Xwedî îro ne li mal e;

Xilt cot dike; ez jî pale...



Kenzan

Ji tîtî re got, “ezbenî!

Ezman zelal, ro dikenî...

Vaye baz, ma nêçîr kanî?..

Ew çemên coş, mêrg û kanî...”



Tîtî

Li vî warî û li çiya

Ne dar şîn hat û ne giya...

Bêkes maye warên Medya

Xilt cotyar e; ez jî keya...



Kenzan

Bi dengekî kelogirî:

Hey wax keko! Bro Omerî

Xeynî tîtî, xiltê gurî

Kes nemaye li vî warî...



Kan î cotyar, kanî gundî?..

Vaye mezel, kanî zindî?..

Vane zevî, kanî xwedî?..

Xeynî tîtî yê bêfedî...



Tîtî

Kenzan! ka em werin ba hev

Biryar bidin bi dil û dev

Em kar bikin bi roj û şev...

Bikin warek aram, lihev...



Bi tevahî, bi kêferat

Bi dil û can bikin xebat...

Ava bikin gund û binyat

Jiyanek nû bidin Welat...



08.08.2015 00:19 | mergehez

11. (bnr: dÎlgİrtİna mİlÎtanekÊ)



Li Nisêbîna hemdem û rengîn

Payiza paşî dar û gul xemgîn.



Danê esirê pirî tengijîm

Bo hilmek azad, pê dilxweş bijîm



Derketim nava baxçên Girnewas

Ji kul û derdan bibime xelas...



Warekî pir xweş tev baxçe û dar

Ne kaşekî hov, newal û zinar...



Ji sal heta sal bihar û her dem

Her alî hêşîn wek Baxên Îrem.



Bi meşek hêdî, gavên pir giran

Ketim nav pêlên derya gûmanan...



Şalûl û bilbil, kewên xebxebşîn

Ser serê min re azad difirîn.



Ez wilo şad û ji xwe bi bawer

Wextekê bijîm bêderd û keser.



Kêf û şadiya me kurdên bindest

Dadigere şîn, xemê demildest...



Gurên devbixwîn, har û bêperwa

Nêçîr dikirin li erd û hewa



Berê xwe dane riya Midyadê

Xezalek rabû ji nava qadê...



Yeke pir xweşik, bi nav û nîşan

Hêviya kurd û kara niştîman...



Destvala, bêçek li vê dinyayê

Şêrê Elî be tu deng jê nayê.



Dane ser piştê bi “ewtîn, zûrîn”

Ji dev û qîlan dinisilî xwîn...



Bêmefer kete destê nemerdan

Ji wê rojê ve bûm pîrê derdan.



Bizav çênebû ji mêr û merdan

Li taxan dengê dahol û dîlan...



Gelo ev kurdên tevizî û xav

Ta kengî bijîn bêtac û nasnav?.



08.08.2015 00:16 | mergehez