Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji te dûr im] de;

1. navê straneke beytocan e. straneke îdare ye. Gotinên wê:



Ji te dûr im, te nabînim

Dil şikestî, bi axîn im

Rê pir dûr e, dilorînim

Kulîlka min, sorgula min, dayika min



Tu bi şev sar î, tu kawa yî

Tu hebûna me kurda yî

Li bin baskê şehîda yî

Kulîlka min, sorgula min, dayika min



Kurdistanam bi nav û deng

Delal û jîn, şemal û şeng

Ez ji bo te ketime ceng

Kulîlka min, sorgula min, dayika min



Tu qêrîna zaroka yî

Tu hêstirên dayika yî

Li ser pira serhadê yî

Kulîlka min, sorgula min, dayika min



16.07.2015 18:59 | mergehez