Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hola launcher] de;

1. sepaneke androîdê ye. navrûya telefonê bi tevahî diguherîne û meriv dikare bi mezinahiya îkonan, fonta nivîsê filan biguherîne. gelek taybetmendiyên wê hene. hinek taybetmendî bi daxistina pêvekan dixebitin. min carekê li telefona xwe saz kir lê min bi xwe re nedît ku navrûyê sererast bikim û bikim weke navrûya xwe ya berê û min ji telefonê rakir. min taybetmendiyeke wê ya xweş bi kar anî. bi daxistina pêveka bi navê hola screen lockê dixebite. ji bo kiltkirin/girtina ekrana telefonê ye yanî erka bişkojka girtinê tîne bicih. di hin telefonên lg û htcyan de taybetmendiyek heye ku di samsungan de tune ye. ew taybetmendî bi pêlêkirina du caran a li ekranê, girtina ekranê ye. bi saya vê pêvekê êdî ev taybetmendî li ser samsungê jî çêdibe. min hola launcher rakir lê hola screen lock ranekir. min got ka hila bêyî launcherê dixebite an na lê nexebitî.

puanê min jê re: 7



17.09.2015 13:50 | mergehez