Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sepana radyoya tirşikê] de;

18. sepana radyoya tirşikê/98971
versiyona wê ya 1.2 hat weşandin. mirov dikare ji google playê daxîne an jî rojane bike.

piştî daxwazan hin guhertinên din hatin kirin. Tevahî nuhbûn:
- êdî dema mirov telefonî hinekan bike, radyo disekine, piştî axaftina telefonê qediya, radyo didome.
- dema mirov ji sepanek din muzîkekê veke radyo disekine.
- dema peyamek tê, dengê radyoyê kêm dibe, piştî ku dengê peyamê qediya dengê radyoyê dibe wek berê. (ev ji bo hemû notificationan ne li kar e. android tenê dibêje dengê peyamekê hat)
- berê tîpên kurdî û yên tirkî nedihatin nasîn, êdî normal tên nivîsandin.
- sîstema lêdana muzîkan hate guhertin.
- xuyaniya notificationê(danezan, bildirim) hate guhertin.

Hûn dikarin ji vê lînkê bigihên sepanê: Here lînkê



30.04.2017 04:22 | mergehez

15. versiyona wê ya 1.1 hat weşandin. mirov dikare ji google playê daxîne an jî rojane bike.
Guhertin:
Êdî dema mirov telefonî hinekan bike, radyo disekine. Berê radyo hertim lê dida.
Dema mirov ji sepanek din muzîkekê veke radyo disekine.
Dema notification(danezan,bildirim) tê, dengê radyoyê kêm dibe, piştî ku muzîka notificationê qediya dengê radyoyê dibe wek berê.
Berê tîpên kurdî û yên tirkî nedihat nasîn, êdî normal tê nivîsandin.
Sîstema lêdana muzîka hate guhertin.
Xuyaniya notificationê hat guhertin.

Hûn dikarin ji vê lînkê bigihên sepanê: Here lînkê



29.04.2017 23:18 | mergehez

8. Sepana ku bi rastî jî şert bû. Wextekî simurg56 gotibû ka em sepaneke basît çêbikin ji bo radyoya tirşikê lê ji ber ku wî wextî ez hîn di bernamesaziya androidê de bi pêş neketibûm min nekaribû çêbikim. Nêzî 10 roj berê me dest bi xebata sepanê kir û sepan niha di marketê de li ber destên we ye. Me çend rojan di telefonên cuda de test kir. Tiştekî balkêş dixwazim bêjim. Di telefona nivîskarekî hêja* de her carê problem derdiket êdî min kir ku qet problem dernekeve. Piştî ku min qet problem nehîşt me fahm kir ku di telefona birêz nivîskar de bernameyek nedihîşt ku sepan di paşxaneyê de bixebite. Yanî ewqas kontrol min ji bo tiştekî bêçareserî xist sepanê. Lê dîsa jî bi xêra wî nivîskarî sepan wê qet probleman dernexe. Ji xeynî rewşekê! Ew problem jî ne ji ber sepanê ye. We dî carinan tirşik naxebite. Ji ber çi ewqas pir caran naxebite nizanim lê wexta malpera tirşikê naxebite sepan jî naxebite. Yanî wexta malper nexebite sepan nikare stranan ji malperê bikişîne.

Herî dawî: argeş nivîsbarî dixebite û wê her ji bo kurd û kurdistanê bixebite.





Lêzêdekirin: niha sepan hinekî sade ye. Ji bo ku bê problem em sepanê biqedînin divê em hêdî hêdî taybetmendiyan lê zêde bikin. Taybetmendiyên di rê de:

1. Weke malperê wê mijarên di derheqê stran û stranbêj de li jêr cihê xwe bigire.

2. Wê taybetmendiya hilbijartina cure û zimanê stranan lê zêde bibe.

Niha evqas hatin bîra min.



11.04.2016 01:38 ~01:52 | mergehez